PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Di Hêlbijartina Serokatiya Bulgaristanê de Yotova bi Cudahiyeke Mezin Bi Ser Ket
Îliyana Yotova bi wergirtina ji sedî 57,4ê dengan, di hilbijartina serokatiya Bulgaristanê de bi cudahiyeke mezin bi ser ket.

Di Hêlbijartina Serokatiya Bulgaristanê de Yotova bi Cudahiyeke Mezin Bi Ser Ket

Îliyana Yotova bi wergirtina ji sedî 57,4ê dengan, di hilbijartina serokatiya Bulgaristanê de bi cudahiyeke mezin bi ser ket.

Di hilbijartina serokatiya Bulgaristanê de Seroka niha Îliyana Yotova û namzedê cîgirê serokatiyê Kiril Valchev serkeftina xwe ragihandin. Li gorî encamên nefermî ku di Televizyona Neteweyî ya Bulgaristanê (BNT) de hatin belavkirin, Yotova ji sedî 57,4 û hevrikê wê Andrey Gyurov jî ji sedî 39,6ê dengan wergirtin.

Yotova, Valchev û Serokwezîr Rumen Radev, li Qesra Çandê ya Neteweyî ya li Sofyayê ji dengderan re axivîn û serkeftina xwe ya hilbijartinê diyar kirin. Yotova spasiya hemû welatiyên ku piştgirî dane wan kir û diyar kir ku ji bo fêmkirina fikar û fikran dê analîzeke berfireh bê kirin. Valchev teqez kir ku bi xêra beşdariya bilind dê Bulgaristan bibe xwedî serokeke jin; Radev jî encamên hilbijartinê wekî livînek mezin bi nav kir û Yotova û Valchev pîroz kirin.

Îliyana Yotova di sala 1964an de li Sofyayê ji dayik bûye. Piştî ku li Zanîngeha Sofyayê beşê Filolojiya Slavî qedand, li Fransayê û Strazburgê perwerdehiya taybet dît. Di navbera salên 1990-1997an de di BNTyê de wekî rojnamevan, edîtor û rêveber xebitî; di navbera salên 1997-2007an de navenda çapemeniyê ya Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê birêve bir. Di navbera salên 2005-2007an de mebusî kir, di navbera 2007-2017an de endama Parlamena Ewropayê bû û ji sala 2017an û vir ve jî cîgira serokatiyê dikir.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler