Rojev

Çaykur Rizespor, piştî lîstika Amedsporê ya li Diyarbekirê peyama sipasiyê parve kir
Rizesporê, piştî serkeftina 2-0 a li hember Amedsporê ya di hefteya 12an de li Diyarbekirê, ji bo mêvanperweriyê spasiya bajarê mêvandar û rêveberiya Amedsporê kir.
Di hefteya 12an a Super Lîgê de, di lîstika ku li Diyarbekirê hat lîstin de, Çaykur Rizesporê bi encama 2-0 Amedspor têk bir. Rizesporê ji ber mêvanperweriya ku beriya lîstikê û di dema lîstikê de ji wan re hatiye nîşandan, spasiya xelkê Diyarbekirê û rêveberiya Amedsporê kir.
Di daxuyaniya fermî ya klûbê de wiha hat gotin: "Ji wê gavê ve ku em ji bo lîstika hefteya 12an gihîştin Diyarbekirê, ji ber eleqe û mêvanperweriya ku ji klûb û şandeya me re nîşan dane, em spasiya welatiyên Diyarbekirê, Serokê Amedsporê û Lijneya Rêveberiyê dikin."
Çavkanî: Amida Haber