
Xelata Çand û Akademiyê ya Weqfa Cemal Nebez a 2024’an dan Ebdulreqîb Yûsif
Weqfa Cemal Nebez a li Berlînê, xelata xwe ya çand û akademiyê pêşkêşî lêkolînerê dîroka kurd Ebdulreqîb Yûsif kir.
Weqfa Cemal Nebez a li Berlînê, her sal di warê çand û akademiyê de xelatê dide. Îsal xelat dan nivîskar û dîroknas Ebdulreqîb Yûsif ku bi lêkolînên xwe yên li ser dîroka kurd tê naskirin.
Merasîma xelatdayînê di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de bi awayekî hîbrîd hat lidarxistin. Mêvanên li Almanya û Swêdê bi rêya înternetê beşdar bûn û gelek akademîsyen jî ji Kurdistanê ve girêdan çêkirin.
Seroka weqfê û hevjîna Prof. Nebez, Dr. Hannelore Küchler, di merasîmê de pîrozbahî li Yûsif kir û bal kişand ser girîngiya lêkolînên wî û xizmetên wî yên ji bo dîrokê. Ebdulreqîb Yûsif dema xelat wergirt got: "Ev teqdîr, duyemîn xelata herî mezin e ku min di jiyana xwe de wergirtiye. Xelata min a yekem û herî mezin, ew helbest bû ku Mamoste Cemal Nebez berê bi destê xwe ji bo min nivîsandibû."
Weqfa Cemal Nebez, ji bo ku mîrata Prof. Dr. Cemal Nebez zindî bihêle, ji sala 2024’an ve xelatdayîna lêkolînerên ku xizmeta hişmendiya neteweyî û çandî dikin, didomîne.
Çavkanî: Rûdaw