Rojev

Êrîşa guran li Çemişgezekê: 14 pez mirin, 11 pez birîndar bûn
Li gundê Doğanê gurekî êrîşî keriyê pez kir, 14 pez mirin.
Li gundê Doğanê yê girêdayî navçeya Çemişgezekê, li devera Kırdan Deresiyê, gurekî êrîşî keriyê pez ê Kenan Çelebi kir.
Di êrîşê de 14 pez mirin û 11 pez jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku 7 pez jî winda bûne.
Piştî bûyerê, tîmên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a navçeya Çemişgezekê û tîmên cendirmeyan hatin herêmê û dest bi lêkolînê kirin.
Çavkanî: Dersim Ekspres