
Li Cenevreyê li Neteweyên Yekbûyî panelek li ser mafên Kurdan û jenosîdê dê bê lidarxistin
Di 26ê Mijdara 2026an de li Qesra Neteweyên Yekbûyî paneleke navneteweyî ya li ser mafên Kurdan û jenosîdê dê bê sazkirin.
Di çarçoveya 19emîn rûniştina Foruma Pirsgirêkên Kêmaran a NYê de, roja Pêncşemê 26ê Mijdara 2026an li Qesra Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, panelek ku ji aliyê K.G. Lobby Center ve hatiye organîzekirin dê bê lidarxistin. Panel, bi sernavê "Ji Parastinê Ber bi Hevkariyê ve: Bihêzkirina Piştgiriya Navneteweyî ya ji bo Mafên Kurdan, Lêpirsîna Jenosîdê û Parastina Nasnameya Kurdî li Herêma Kurdistanê ya Iraqê" di navbera saet 09.00-10.00an de dê pêk bê.
Di panelê de nûnerên K.G. Lobby Center, Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê (KDWF), Yekîtiya Jinên Kurdistanê (KWU), Kongreya Netewe û Dewletan (CNS) û Enstîtuya Jiyana Bihevre ya Cenevreyê ligel lêkolînerên serbixwe dê wekî axêver beşdar bibin. Çalakî, di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê (OHCHR) û Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmaran ê NYê Nicolas Levrat de dê bê birêvebirin.
Armanca sereke ya panelê ew e ku pirsgirêka Kurd ji asta parastina mirovî derxîne û hevkariyeke hiqûqî û siyasî ya çalak bi civaka navneteweyî re ava bike, mafên Kurdan bi rêya mekanîzmayên NYê misoger bike û dosyeyên jenosîdê di rojevê de bihêle. K.G. Lobby Center, ji aliyê Awrêng Şaweys ve hatiye damezrandin û bi mebesta ku tawanên li dijî Kurdan wekî jenosîd bên naskirin, tawanbar bên cezakirin û tazmînat ji bo mexdûran bê dabînkirin, li saziyên Ewropa û navneteweyî xebatan dimeşîne.
Çavkanî: Kurdistan24