PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Serê Kaniyê du otomobîl li hev qewimîn: 2 mirî, 5 birîndar
Li navçeya Serê Kaniyê ya Urfayê du wesayît li hev qewimîn, du kesan jiyana xwe ji dest da, pênc kes jî birîndar bûn.

Li Serê Kaniyê du otomobîl li hev qewimîn: 2 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Serê Kaniyê ya Urfayê du wesayît li hev qewimîn, du kesan jiyana xwe ji dest da, pênc kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Serê Kaniyê ya Urfayê, li ser rêya ku Serê Kaniyê û navçeya Qoserê ya Mêrdînê digehîne hev, li nêzîkî gundê Saraççeşmeyê du otomobîl li hev qewimîn. Di qezayê de araba bi plakaya 27 D 6577 ku Mehmet Bitmezê 52 salî diahoft û araba bi plakaya 47 AFE 443 ku Murat A.yê 53 salî diahoft li hev dan.

Di qezayê de du kesan jiyana xwe ji dest da û pênc kes birîndar bûn. Hat tespîtkirin ku Mehmet Bitmez li cihê qezayê jiyana xwe ji dest daye. Ji birîndaran pênc kes piştî mudaxeleya yekem ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kaniyê û du kes jî ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin veguhastin. Fatma Bitmez a 55 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kaniyê dihat dermankirin, tevî hemû hewldanên bijîşkan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê ji navçeyên Serê Kaniyê û Qoserê gelek ambûlans, tîmên agahvemirandinê û cendirme berbi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler