Rojev

Li Serê Kaniyê di kontrola kargehan de dest hat danîn ser 59 berheman
Tîmên zabiteyan li Serê Kaniyê di markêtên mezin de 59 berhemên ku dîroka wan derbas bûbû dîtin û ew tune kirin.
Tîmên Rêveberiya Zabiteyan a Şaredariya Serê Kaniyê, li markêtên mezin ên navçeyê kontrola dîroka berheman, mercên parastinê û paqijiyê kirin.
Di encama kontrolan de li ser refikan 59 cûre berhemên ku dîroka wan derbas bûbû hatin dîtin; dest hat danîn ser van berheman û ji bo ku bêne tunekirin hatin parastin.
Di dema kontrolê de kargehek ku li dijî rêzikan tevgeriyabû hat dîtin û derbarê wê de belgeya pêwîst hat amadekirin.
Şaredariyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya gel û dabînkirina jîngeheke ewle ya kirînê, kontrol wê bê rawestan berdewam bikin.
Çavkanî: Urfanatik