
Îhale bi temînata rîskê ya 3,5 milyon TLyî ji TÎGEMa Ceylanpinarê
Rêveberiya Karsaziya Çandiniyê ya Ceylanpinarê, ji bo xizmetên avdan û lênêrînê yên ku dê di salên 2026-2027an de li Karsaziya Beyazkuleyê bên meşandin, bi şertê 3,5 milyon TL temînata rîskê îhaleya vekirî ragihand.
Rêveberiya Giştî ya Karsaziyên Çandiniyê (TÎGEM) ya Rêveberiya Karsaziya Çandiniyê ya Ceylanpinarê, li Rojnameya Fermî ragihand ku ew plan dikin di salên 2026 û 2027an de li Karsaziya Beyazkuleyê xizmetên karkeriyê yên avdana baranî, komkirina keviran, avdana çandiniyê û tamîrkirina boriyan bikirin.
Îhale, di 19ê Mijdara 2026an de saet di 14.00an de bi rêya EKAPê û bi awayê elektronîkî bi rêbaza îhaleya vekirî dê bê kirin. Pêwîst e beşdar herî kêm ji sedî 3ê tutara pêşniyarê wekî temînata demkî û ji sedî 6ê tutara îhaleyê jî wekî temînata mayînde bidin.
Berî îmzekirina peymanê, li hemberî qezayên kar, nedana mûçeyan û rîskên din, 3,5 milyon TL temînata rîskê dê bê girtin. Eger temînata rîskê bi awayê nameyê bê pêşkêşkirin, divê dema wê berî dîroka ku di nameya temînata mayînde de hatiye diyarkirin, bi dawî nebe. Nameyên temînata demkî wekî temînata rîskê nayên qebûlkirin. Îhale, di çarçoveya madeya 3/g ya Qanûna Îhaleya Giştî ya bi hejmara 4734an de wekî îstîsna tê meşandin.
Çavkanî: Urfanatik