
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicago di 7-8ê Mijdarê de roja xwe ya duyemîn dest pê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya ku cara sêyemîn li Chicago tê lidarxistin, di 7-8ê Mijdarê de bi nîşandana fîlman û çalakiyan li Navenda Çanda Kurdî ya Illinois û Zanîngeha Loyola hezkiriyên sînemayê tîne ba hev.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicago ku cara sêyemîn li bajarê Chicago yê DYA’yê tê lidarxistin, wê di 7-8ê Mijdara 2026’an de du rojan berdewam bike. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Çanda Kurdî ya Illinois (KCCI) ve tê organîzekirin, fîlmên belgefîlm û fîlmên çîrokî yên xelatgirtî yên derhênerên kurd ên ji herêmên cuda yên cîhanê wê bên nîşandan.
Roja ewil a festîvalê, di 7ê Mijdarê roja şemiyê saet 16.00’an de li Navenda Çanda Kurdî ya Illinois dest pê dike. Di bernameyê de nîşandana kurtefîlman, panel û çalakiyeke nasînê ya ku sînemager û beşdar wê tê de bên ba hev heye; ji mêvanan re xwarin û vexwarinên sivik wê bên pêşkêşkirin. Roja duyemîn jî di 8ê Mijdarê roja yekşemê saet 10.00’an de li Damen Cinema ya di nava Zanîngeha Loyola de pêk tê.
Festîval armanc dike ku çand, berxwedan û afirîneriya gelê kurd bi rêya sînemayê bigihîne girseyên berfirehtir, pêwendiya çandî zêde bike û di navbera civakên cuda yên Chicago de pîrên têgihiştinê ava bike. Di nav piştevanên festîvalê de Midûriyeta Karên Çandî û Çalakiyên Taybet a Şaredariya Chicago, Navenda Çanda Kurdî ya New York, Tora Civaka Sûriyeyê, Kurdistan Chronicle, Navenda Penceşêrê ya Zanîngeha Chicago û gelek karsaziyên kurd ên li bajêr cih digirin.
Çavkanî: Rûdaw