
Îstifaya Büşra Özdemir a ji CHP’yê û îdiayên derbasbûna bo AK Partiyê
Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Büşra Özdemir ji CHP’yê îstifa kir û dengûbasên beşdarbûna wê ya di civîna AK Partiyê de ketin rojevê.
Çavkaniyên CHP’yê piştrast kirin ku Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Büşra Özdemir ji partiyê îstifa kiriye.
Özdemir a ku piştî girtina Muhittin Böcek wek cîgir hatibû hilbijartin, piştî îstifaya xwe bi îdiayên beşdarbûna di Civîna Berfireh a Serokên Bajêr a AK Partiyê û pêxistina rozeta partiyê ket rojevê.
Özdemir a ku tê îdiakirin dê beşdarî civîna roja Pêncşemê 19ê Mijdarê bibe, piştî van spekulasyonan daxuyanî da.
Piştî ku di meha Cotmehê de jî îdiayên bi vî rengî derketibûn, Özdemir gotibû: "Di demên dawî de îdiayên derbarê min de hene, lê ev hefteyeke pêvajoyeke pir westîner dest pê kir. Ez difikirim ku dema navê kesekî tê axaftin, divê mirov hinekî bi nezaket bin."
Çavkanî: Rûdaw