PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Yıldırım Kaya Xwest ku li Wanê Dawî li Rêveberiya Qeyûm Bêt Anîn
Kaya teqez kir ku divê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê vegere ser karê xwe û dawî li rêveberiya qeyûm bêt anîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Yıldırım Kaya, di daxuyaniya xwe ya li Wanê de diyar kir ku divê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê dîsa vegere ser karê xwe û dawî li rêveberiya qeyûm bêt anîn.

Kaya serdana Baroya Wanê kir û legel parêzeran hat cem hev. Kaya teqez kir ku ji bo aştiyeke domdar divê hiqûq, edalet, demokrasi û azadî bêne misogerkirin.

Di daxuyaniya xwe de anî ziman ku girtina Selahattin Demirtaş, Can Atalay, Osman Kavala û siyasetmedar û rojnamvanên din li pêşiya aştiyê asteng e; bal kişand ser daxwaza baroyan a ji bo maf, hiqûq û edaletê.

Kaya diyar kir ku CHP dê erka xwe ya li parlamentoyê bi cih bîne û bi çareserkirina pirsgirêkên mîna bêkarî û hejariyê yên li herêmê, dê aramî bêt dabînkirin.

Çavkanî: Van Ekspres

İlgili haberler