Rojev

Heyeta CHP'yê serdana Kampusa Aziz Korkmaz a GGC'yê kir
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'yê Necdet Saraç û Serokê CHP'yê yê Bajêrê Diyarbekirê Sertaç Eke, serdana Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) kirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'yê Necdet Saraç, Serokê CHP'yê yê Bajêrê Diyarbekirê Sertaç Eke û endamên rêveberiyê yên pê re, li Kampusa Aziz Korkmaz a Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) ji aliyê Serokê GGC'yê Felat Bozarslan, Endamê Lijneya Rêveberiyê Hozan Adar û Midûrê Karsaziya Aborî ya GGC'yê Ramazan Demir ve hatin pêşwazîkirin.
Di dema serdanê de rojeva Diyarbekirê, pirsgirêkên bajêr û pêşhatên siyasî yên rojane hatin gotûbêjkirin. Aliyan derbarê pêşketinên li bajêr de nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin û bi sohbeteke dualî serdana xwe bi dawî kirin.
Çavkanî: Tigris Haber