
Cezayên DYA’yê li Îranê mesrefên barkirinê pênc qat zêde kirin
Cezayên ku DYA’yê sepandine û dorpêça deryayî, mesrefên lojîstîkê yên di nav de barkirina konteyneran a ji Çînê bo Îranê, pênc qat zêde kirin û bû sedem ku bi hezaran TIR li deriyên sînor asê bimînin.
Cezayên DYA’yê û dorpêça deryayî, krîza lojîstîkê ya li Îranê kûrtir dikin. Serokê Komîteya Veguhastinê ya Odeya Bazirganiyê ya Tehranê Peyman Senendecî eşkere kir ku mesrefa barkirina konteynereke 40 fîtî ya ji Çînê bo Îranê ji 2.700 dolarî derketiye 13.600 dolarî.
Li deriyên sînor ên di navbera Îran û Tirkiyeyê de Bazirgan (Gurbulak), Sero (Esendere) û Razî (Kapikoy) zêdetirî 4.000 TIR li benda derbasbûnê ne, li deriyê Mircave yê li ser sînorê Pakistanê jî nêzîkî 3.600 TIR asê mane. Serokê Lijneya Rêveber a Yekîtiya Şîrketên Veguhastina Navneteweyî ya Îranê Îhsan Melîkzade diyar kir ku dema benda li ser sînoran gihîştiye 10-15 rojan, hin konteyner jî heta 7-8 mehan li benda derbasbûnê dimînin.
Hat hişyarkirin ku zêdebûna mesrefên barkirinê dê bandorê li ser bihayên xwarinên bingehîn û pêdiviyên rojane yên ku digihîjin destê xerîdar bike. Mesrefa barkirina malan a ji Tirkiyeyê bo Îranê gihîştiye 7.000 dolarî; kêmbûna wesayîtan a li Tirkiyeyê û demên dirêj ên benda mayînê, mesrefan hê zêdetir dikin.
Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê di 25’ê Tebaxa 2026’an de kampanyaya "Îzolasyona Aborî" ya ku armanc dike têkiliyên darayî yên cîhanî yên Îranê qut bike, da destpêkirin. Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent di daxuyaniya xwe ya 27’ê Cotmehê de diyar kir ku stratejiya wan serkeftineke mezin bi dest xistiye.
Çavkanî: Rûdaw