
Cihê nexweşxaneya nû ya dewletê li Çinarê bû sedema nîqaşan
Nexweşxaneya ku tê plankirin li gundê Beşpinarê bê avakirin, bi îdiayên guhertina cihê wê bi rêya siyasetmedarên herêmî û dengdana muxtaran ketiye rojevê.
Li navçeya Çinarê ya Amedê, ji bo avakirina nexweşxaneyeke nû ya dewletê, di destpêkê de gundê Beşpinarê yê nêzî rêya sereke ya Amed-Mêrdînê hatibû hilbijartin. Tê gotin ku Wezareta Tenduristiyê ev cih tercîh kiriye.
Li gorî îdiayên ku li ser medyaya civakî belav bûne, siyasetmedarên herêmî li Enqereyê dest bi hewldanan kirine da ku plana Beşpinarê rawestînin û dixwazin nexweşxaneyê bibin cihekî dûrtir ji navenda navçeyê, nêzî Bendava Goksuyê. Tê îdiakirin ku li vê herêma nû erdên şexsî yên rêveberên herêmî hene û armanc ew e ku nirxê van erdan zêde bikin.
Piştî van îdiayan, Walîtiya Amedê û Qeymeqamtiyê di navbera muxtaran de dengdanek saz kirin. Di encama dengdanê de 84 muxtaran gotin bila nexweşxane li gundê Beşpinarê bê avakirin, 3 muxtaran gotin nêzî Bendava Goksuyê û 2 muxtaran jî dengê xwe nedan.
Faîka Gul a ji Rêveberiya AK Partiyê ya Çinarê, bi zimanekî tund van îdiayan red kir û diyar kir ku ev mijar ne nûçeyeke rast e û divê nêrîna xelkê Çinarê û esnafan bê girtin.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün