
Cindy Crawford û Rande Gerber, xaniyê Presley Gerber bi 3,6 milyon dolaran xistin firotinê
Cindy Crawford û Rande Gerber, xaniyê kurê xwe Presley Gerber ê ku di 27 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li Hollywood Hillsê bi 3,6 milyon dolaran xistin firotinê.
Modela navdar a cîhanê Cindy Crawford û karsaz Rande Gerber, xaniyê kurê xwe Presley Gerber ê ku di 27 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li Hollywood Hillsê bi 3,6 milyon dolaran xistin firotinê. Xani xwediyê çar jûreyên razanê û sê serşokan e û di nava maleke ewle de bi dîmena kanyonê cih digire.
Malbata Gerber, ev xani di Adara 2023an de bi 3,4 milyon dolaran kiribû. Bihayê firotinê, li ser bihayê kirînê hatiye diyarkirin.
Presley Gerber, wekî diya xwe modelî dikir û pirsgirêkên wî yên bi madeyên hişbir û alkolê hebûn. Di 20ê Îlonê de li navendeke rehabîlîtasyonê ya li Santa Monicayê jiyana xwe ji dest da; tê texmînkirin ku sedema mirina wî zêde bikaranîna madeyên hişbir be, lê sedema fermî hê ji aliyê rayedaran ve nehatiye eşkerekirin.
Çavkanî: Rûdaw