
Berî COP31’ê 28 hezar personelên ewlehiyê şandin Antalyayê
Antalya ji bo lûtkeya COP31’ê ya ku wê di navbera 9-20’ê Mijdarê de bê lidarxistin, bi 27 hezar û 957 personelên ewlehiyê û amûrên curbicur hat dorpêçkirin.
Berî Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ku wê di 9’ê Mijdarê de dest pê bike, Antalya bi nêzî 28 hezar personel û wesayîtên ewlehiyê yên taybet hat dorpêçkirin. Li gorî plana ewlehiyê ya ku Waliyê Antalyayê Hulusi Şahin eşkere kir, di dema lûtkeyê de wê 27 hezar û 957 personel li bajêr bin; ji van 2 hezar û 94 kes hêzên çalak (çevik kuvvet) û hezar û 699 kes jî yekîneyên operasyonên taybet in.
Li gel hêzên ewlehiyê 12 TOMA, 26 wesayîtên zirxî û 5 wesayîtên hewayî hatin zêdekirin, herwiha firokeya bêmirov (ÎHA) ya bi navê "Uçbey" ku nû tevlî envantera Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê bûye, wê di çalakiyên çavdêriyê de bê bikaranîn. Ev tedbîr wekî mînakeke tedbîrên ewlehiyê yên ku di Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê ya di meha Tîrmehê de hatibûn pêkanîn, tên nirxandin.
Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi diyar kir ku Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê bê pirsgirêk bi dawî bûye û destnîşan kir ku COP31 jî bi heman hestiyarî û koordînasyonê hatiye plankirin. Li gel lûtkeyê, rêxistinên civaka sivîl jî xwe ji bo lidarxistina çalakiyan amade dikin; di çarçoveya "Lûtkeya Avhewayê ya Gelan" de, rêxistinên jîngehparêz wê di 14’ê Mijdarê de li qadan bin û plan dikin ku ji Parka Aydin Kanza heta Meydana Komarê bimeşin û mîtîngekê li dar bixin.
Çavkanî: Kurdistan24