
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ferman da ku rêyên girtî yên li Curf es-Sehrê bên vekirin
Serokwezîr Zeydî talîmat da ku di çarçoveya çalakiyên baregeha kontrolê ya li nahiyeya Curf es-Sehrê de, hemû rêyên girtî di zûtirîn dem de bên vekirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî derbarê xebatên baregeha kontrolê ya li Curf es-Sehrê de talîmatên taybet dan. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê, Zeydî fermandarê baregehê û cîgirê wî qebûl kir; Wezîrê Karên Hundir û Rêveberê Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Di hevdîtinê de, pakêtek talîmatan derbarê çalakiyên baregeha kontrolê ya li nahiyeya Curf es-Sehrê de hatin weşandin. Di talîmatan de hat xwestin ku hemû rêyên girtî yên li nahiyeyê di zûtirîn dem de bên vekirin û hat tekez kirin ku artêşa Iraqê û hêzên din ên ewlehiyê dê di çarçoveya destûr û yasayan de desthilatdariya dewletê li seranserê welêt pêk bînin.
Hikûmetê diyar kir ku ew ji bo parastina can û berjewendiyên welatiyan, pêşîgirtina li tundrewî û binpêkirinên mafan dixebite; hat gotin ku hêzên ewlehiyê dê "wekî bedenekê" tevbigerin. Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Maan ragihand ku ji bo kontrolkirina rewşa li Curf es-Sehrê ferman hatiye derxistin û dê sibe saet di 06.00an de bikeve meriyetê.
Çavkanî: Rûdaw