
Dana Gas di 9 mehên ewil ên sala 2026an de qezenca xwe ya netî %48 zêde kir
Dana Gas di 9 mehên ewil ên sala 2026an de qezenca xwe ya netî gihand 152 milyon dolaran û %48 zêdebûn tomar kir.
Şîrketa enerjiyê ya bi navenda xwe li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Dana Gas, ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2026an de qezenca xwe ya netî li gorî heman heyama sala borî %48 zêde kiriye û gihandiye 152 milyon dolaran. Dahata giştî ya şîrketê jî bi rêjeya %48 zêde bûye û gihaye 377 milyon dolaran; di nav vê hejmarê de 48 milyon dolar dahata yekcarî ya ji Pearl Petroleumê ya di çarçoveya serrastkirinên pîvandina gazê ya di navbera Mijdara 2018an û Adara 2024an de heye. Heke dahata yekcarî bê derxistin, qezenca netî ya 9 mehan 104 milyon dolar hatiye tomar kirin.
Bi temambûna projeya KM250 ya li qada Kor Morê ya li Herêma Kurdistanê, kapasîteya pêvajokirina gazê %50 hat zêdekirin û para hilberîna rojane ya şîrketê ya li herêmê gihîşt 42 hezar û 300 bermîlên petrolê. Dahata ji herêmê ji 159 milyon dolaran derket 261 milyon dolaran, qezenca brût jî ji 101 milyon dolaran derket 182 milyon dolaran. Mesrefên xebitandinê jî ji 58 milyon dolaran derket 79 milyon dolaran.
Ji ber bandorên şerê ku di 28ê Sibata 2026an de li Îranê dest pê kir, hilberîn bi hevahengiya bi Hikûmeta Kurdistanê re demkî hat sekinandin; hilberîna ku di meha Nîsanê de ji nû ve dest pê kiribû, di nîvê meha Tîrmehê de ji ber gefên ewlehiyê careke din hat qutkirin û di 27ê Tîrmehê de gav bi gav ji nû ve dest pê kir. Van qutbûnan, zêdebûna hilberîna giştî ya li herêmê hêdî kir. Her wiha, deynên ku Dana Gasê ji Herêma Kurdistanê wergirtine ji 80 milyon dolaran derket 189 milyon dolaran.
Çavkanî: Rûdaw