
Qazancê net ê Dana Gas di 9 mehên ewil ên sala 2026an de bi rêjeya %48 zêde bû û gihîşt 152 milyon dolaran
Dana Gas ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2026an de qazancê xwe yê net %48 zêde kiriye û gihandiye 152 milyon dolaran.
Pargîdaniya gaza xwezayî ya taybet a pêşeng a Rojhilata Navîn Dana Gas, eşkere kir ku di 9 mehên ewil ên sala 2026an de qazancê wê yê net bi rêjeya %48 zêde bûye û gihîştiye 152 milyon dolaran. Pargîdaniyê ragihand ku di heman heyamê de dahata giştî jî %48 zêde bûye û gihîştiye asta 377 milyon dolaran.
Di çaryeka sêyemîn de qazancê net bi rêjeya %50 zêde bû û gihîşt 45 milyon dolaran. Bi saya projeya berfirehkirina KM250 ya li zeviya Kor Morê, kapasîteya hilberînê derket 750 milyon lingên çargoşe yên standard di rojekê de; hilberîna rojane ya navînî li Herêma Kurdistanê jî gihîşt 42 hezar û 300 bermîlên hevsengê petrolê.
Dana Gas ragihand ku di çarçoveya peymana bi Wezareta Elektrîkê ya Iraqê re, vê hefteyê şandina 100 milyon lingên çargoşe gazê ya rojane bo Santrala Elektrîkê ya Taze ya li Kerkûkê ji nû ve dest pê kiriye. Her wiha diyar kir ku di nav konsorsiyuma Pearl Petroleum de xebatên pêşxistina zeviya Çemçemalê ya bi nirxê 160 milyon dolaran berdewam dikin, sondajên bîran heta dawiya sala 2026an dest pê dikin û armanc ew e ku hilberîna yekem a gazê di destpêka sala 2028an de pêk were.
Pargîdaniyê eşkere kir ku di 9 mehan de 156 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê wergirtiye û heta dawiya meha îlonê alacakên wê yên li herêmê 189 milyon dolar mane.
Çavkanî: Kurdistan24