
Serokwezîra Danîmarkayê dê hefteya bê navê wî welatî eşkere bike ku navenda dersînorkirinê lê bê avakirin
Li gor daxuyaniya Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen, navê wî welatî ku dê mazûvaniya navendeke dersînorkirinê ya li derveyî Ewropayê bike, hefteya bê dê diyar bibe.
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen, li Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê ya li Dublinê ragihand ku ew welatê ku dê mazûvaniya yekem navenda dersînorkirinê ya li derveyî parzemînê bike, hefteya bê dê bê eşkerekirin.
Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku dibe navê wî welatî di konferanseke taybet a derbarê pirsgirêka koçberan de ku dê di 16-17ê Mijdarê de li paytexta Awisturyayê Viyanayê bê lidarxistin, bê ragihandin. Pênc welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (Danîmarka, Almanya, Awisturya, Yewnanistan û Holanda), ji bo destpêkirina veguhastina koçberan heta sala 2027an, ji bo avakirina van navendan danûstandinên dîplomatîk dimeşînin.
Di nav namzetên mazûvaniyê de Ruanda, Ûganda û Ûzbêkistan hene; çavkaniyên nêzîk diyar kirin ku namzetê herî xurt Ruanda ye. Rêveberiya Ruandayê di meha Tebaxa borî de piştrast kiribû ku wan bi hin welatên Ewropayê re derbarê navendên koçberan de dest bi danûstandinên pêşîn kiriye.
Navendên ku dê bên avakirin, dê penaberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin û koçberên neyasayî bikin hedef. Saziyên wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konseya Ewropayê hişyarî didin ku ev navend dikarin bibin "qulên reş" ên bêyî çavdêriya yasayî.
Çavkanî: Rûdaw