PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Bajarê Antîk ê Dara yê 1500 Salî Aşxaneya Romayê Hat Zindîkirin
Zanîngeha Mêrdînê, bi zindîkirina 'thermopolium'ên Romaya antîk, gastronomiya dîrokî da naskirin.

Li Bajarê Antîk ê Dara yê 1500 Salî Aşxaneya Romayê Hat Zindîkirin

Zanîngeha Mêrdînê, bi zindîkirina 'thermopolium'ên Romaya antîk, gastronomiya dîrokî da naskirin.

Rektorê Zanîngeha Lêkolînê ya Mêrdînê (MAU) Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser wê yekê ku ev xebata arkeogastronomyê mînakek ji nêzîkatiya akademîk a navbera dîsîplînan a zanîngehê ye. Ozcoşar da zanîn ku derfetên zanista dîrokê ji bo xebatên ceribandinê sînordar in û destnîşan kir ku ev cure projeyên hanê rêbazên nû yên lêkolînê pêşkêşî dîroknasan dikin.

Di çarçoveya projeyê de, "thermopolium" anku bufe û dikanên xwarinên germ ên ku di serdema Romaya antîk de gel lê xwarin dixwar, bi sûdwergirtina ji mînakên Pompei û Zeugmayê hatin zindîkirin. Xwendekarên gastronomiyê, bi sepandina reçeteyên ku di çavkaniyên latînî de cih digirin, bufe amade kirin. Serokê Beşê Prof. Dr. Aynur Ozfîrat daxuyand ku ji bo sala bê xebateke berfirehtir a ku çandên xwarinê yên Mezopotamya û Asûriyan dihewîne, hatiye plankirin.

Dekanê Fakulteya Tûrîzmê Prof. Dr. Lokman Toprak bal kişand ser wê yekê ku adetên xwarinê bi paşeroja çandî ya civakan re têkildar in û girîngiya dîrokî ya çanda xwarinê anî ziman. Dekanê Fakulteya Wêjeyê Prof. Dr. Yunus Cengîz jî diyar kir ku ev çalakî bi tevkariya xwendekarên felsefe, wênesazî û muzîkolojiyê, dîsîplînên cuda yên akademîk anîne ba hev. Piştî axaftinan, beşdaran bi hevrêtiya muzîk û pêşangeha wêneyan, xwarinên Romaya antîk ên ku hatibûn amadekirin, tam kirin.

Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi

İlgili haberler