PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Datça û Osmaniyeyê erdhejên bi mezinahiya 5,1 û 4,2 pileyan çêbûn
AFADê ragihand ku li peravên Datçaya Muglayê bi mezinahiya 5,1 û li navçeya Sumbas a Osmaniyeyê jî bi mezinahiya 4,2 pileyan erdhej çêbûne.

Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Afetan (AFAD), li peravên navçeya Datça ya Muglayê di saet 19:49an de erdhejek bi mezinahiya 5,1 pileyan çêbû. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 9,07 kîlometreyan de pêk hatiye û navenda wê 253,19 kîlometre dûrî Datçayê bûye.

Heman êvarê di saet 20:58an de li navçeya Sumbas a Osmaniyeyê erdhejek bi mezinahiya 4,2 pileyan hat tomarkirin. Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê daxuyand ku navenda erdhejê Sumbas e û di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye. Li navçeya Sumbas a Osmaniyeyê beriya niha di 4ê Cotmehê de erdhejek bi mezinahiya 5,2 pileyan çêbûbû.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler