
Lîstika DBŞT'ê ya "Serpêhatîyê Nîkoyê Şilbik" li Çand Amedê cara yekem hat nîşandan
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê, lîstika xwe ya nû ku nîşandana îlûzyon û balonan bînt ser hev, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê cara yekem derxist pêşberî temaşevanan.
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê (DBŞT), lîstika bi navê “Serpêhatîyê Nîkoyê Şilbik” ku nîşandana îlûzyon û balonan tîne gel hev, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li Sehnaya Mehmet Emin Yalçınkaya cara yekem lîst. Derhêneriya lîstikê Elvan Koçer kir, senaryoya wê jî Mehmet Veysi Yoldaş nivîsî û derxist ser sehneyê.
Lîstik bi bûyereke nediyar ku tê de îlûzyonîst Niko yê ji Welatê Keskisorê tê li îstasyona trênê dijî, dest pê dike. Niko yê ku trêna xwe ji dest dide, bi piştgiriya zarok û temaşevanên li îstasyonê li bendê ne, wêrekiya xwe tîne cih û nîşandana xwe berdewam dike. Niko bi awayekî hevgirtî bi temaşevanan re derdikeve ser sehneyê, li Welatê Balonên Fantastîk bi balonên rengîn dilîze û ji xwezayê û hevaltiyê kêfê digire.
Nîşandanên îlûzyon û balonan, bi mijarên dostanî, piştevaniyê re dibin yek û tecrubeyeke ku xeyala zarokan dixebitîne pêşkêş dikin. Lîstik bi beşdariya temaşevanan re bi awayekî zindî bi rê ve diçe û kêliyên tijî şahî û surprîz diafirîne.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün