
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari li Amedê bi ciwanan re hat ba hev
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di foruma ciwanan a li Amedê de behsa demokrasî û pirsgirêkên aborî kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, beşdarî "Foruma Ciwanan a Budçeyê ya ji bo Nan, Aştî û Dadê" bû ku li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç a Amedê hat lidarxistin. Di forumê de bersiva pirsên ciwanan da û bal kişand ser girîngiya berfirehkirina qadên têkoşîna demokratîk li Tirkiyeyê.
Hatîmogullari bal kişand ser wê yekê ku ciwan di dirêjahiya dîrokê de di gelek têkoşînan de roleke mezin lîstine û got: "Ji bo vekirina hemû qadên têkoşîna demokratîk ev pêvajo gelek bi qîmet e. Divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê, yanî vê qonaxa ku şer û pevçûn rawestiyane û çek bêdeng bûne, wekî zemînekê binirxînin ku em dikarin dengê xwe bi awayekî xurtir tê de derxin."
Têkildarî pirsgirêkên bêkarî û xizaniyê yên ku ciwan dijîn, wiha axivî: "Em ne tenê rexne dikin, em bi bernameya xwe ya çareseriyê ve namzet in ku vî welatî bi rê ve bibin. Em dikarin bi bêkarî û xizaniyê re têbikoşin. Bila em ji bîr nekin ku Tirkiye bi çavkaniyên xwe yên heyî welatekî çandiniyê ye. Dema em van hemûyan bi awayekî rast plan bikin, em dikarin bi hilberîneke rast vê yekê bi ser bixin." Di forumê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk jî amade bûn.
Çavkanî: Rûdaw