PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Nêrîn
Nêrîn

Xalên Hevpar ên ji bo Hevbendiya Demokrasiyê
Serweriya hiqûqê, laîktî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xweseriya rêveberiyên xwecihî û şandina desthilatê: zemîna hevpar a ku hevbendiyeke nû ya demokrasiyê dikare li ser li hev bike.

Xalên Hevpar ên ji bo Hevbendiya Demokrasiyê

Serweriya hiqûqê, laîktî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xweseriya rêveberiyên xwecihî û şandina desthilatê: zemîna hevpar a ku hevbendiyeke nû ya demokrasiyê dikare li ser li hev bike.

Ji bo ku pêvajoya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê bi awayekî rast biçe serî û pirsgirêkên civakî bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin, diyarikirina xalên hevpar ên ku beşên cuda yên siyasî û civakî dikarin li ser li hev bikin, xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê çarçoveyê de, prensîbên bingehîn û armancên pêşîn ên hevbendiyeke nû ya demokrasiyê dikarin di bin sernavên jêrîn de bên nirxandin.

1. Serweriya Hiqûqê û Azadiyên Bingehîn

Hevbendiya demokrasiyê; divê serxwebûna dadweriyê, serweriya hiqûqê, azadiya çapemenî û derbirînê, azadiya raman û rêxistinbûnê wekî prensîbên bingehîn bipejirîne. Berdewamiya sîstemeke demokratîk, bi sînordarkirina dewletê ya bi hiqûqê û misogerkirina maf û azadiyên takekesî ve girêdayî ye.

Sînordarkirina desthilatên rêveberan, beşek ji diyarikirina sînorên hiqûqî yên dewletê ye.

2. Laîktî û Têkiliya Dîn û Dewletê

Hevbendî divê serxwebûna dîn ji destwerdanên siyasî û îdarî yên dewletê, bi gotineke din bêalîbûna dewletê ya li hember hemû baweriyan biparêze. Laîktiya bi wateya rast, ne tenê ji hev veqetandina saziyên dînî ji rêveberiya dewletê ye, di heman demê de pêwîst dike ku dewlet tu têgihîştineke dînî an mezhebî li ser civakê ferz neke. Ev nêzîkatî, garantîya wê ye ku baweriyên cuda û şêwazên bêbaweriyê li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi awayekî azad hebin. Ji bo vê armancê, divê rêziknameyên yasayî bên çêkirin ku rê li ber binpêkirina mafên hevdu an yên kesên din ji aliyê komên baweriyê ve bigire.

3. Perwerdehiya Pirzimanî û Fêrbûna Zimanên Zikmakî

Sîstema perwerdehiyê ya ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê dirêj dibe, divê ji reformeke berfireh derbas bibe ku avahiya civakî ya pirzimanî û pircandî ya Tirkiyeyê li ber çavan bigire.

Di vê çarçoveyê de, divê modelek perwerdehiyê ya mecbûrî û sîstematîk bê avakirin ku xwendekar ligel tirkî, bikarin herî kêm yek ji zimanên xwecihî yên welêt fêr bibin. Perwerdehiya kurmancî, zazakî, lazî û zimanên din ên xwecihî divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

Divê gihîştina asteke diyar a jêhatîbûnê di zimanê duyemîn ê xwecihî de ku xwendekar hildibijêrin, wekî yek ji şertên ketina zanîngehê were rêkxistin. Bi vî awayî dikare parastin, pêşxistin û dîtina zimanên civakên cuda yên zimanî di qada giştî de were misoger kirin. Ji bo vê reformê, pêwîst e ku sepandin gav bi gav were kirin û binesaziya perwerdehiyê ya têrker ji berê ve were amadekirin.

Ji bo ku ev reform were cîbicîkirin, divê di bin banê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de yekîneyeke taybet were avakirin; ji bo perwerdekirina mamosteyan, amadekirina mufredatê, pêşxistina materyalên dersê û her wiha ji bo çavdêriya sepandinê ligel binesaziyê, divê budçeyeke têrker were veqetandin.

4. Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî

Ji bo bihêzkirina xebata demokratîk a rêveberiyên xwecihî, divê li ser bingeha Peymana Ewropî ya Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî, prensîbên xweseriya rêveberiyên xwecihî bên jiyandin. Divê desthilatên îdarî û darayî yên rêveberiyên xwecihî bên berfirehkirin û divê beşdariya rasterast û bi bandor a gelê xwecihî di biryarên ku derbarê qadên jiyana wan de ne, were misoger kirin.

Ev nêzîkatî, ne tenê ji bo pêşketina demokrasiya xwecihî, herwiha ji bo kêmkirina barê îdarî û siyasî yê li ser rêveberiya navendî jî dê bibe alîkar.

5. Veguhestina Desthilatê û Nûnertiya Demokratîk a Herêmî

Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û bi taybetî çareserkirina pirsgirêka kurd, divê veguhestina desthilatê wekî qadeke bingehîn a reformê bê dîtin. Lê belê, derbarê çarçove, avahiya sazîbûnê û sînorên yasayî yên veguhestina desthilatê de, divê pêşî mekanîzmayeke danûstandin û nirxandinê ya bi beşdariya berfireh bê avakirin.

Ji bo vê armancê, dê guncaw be ku mecliseke taybet an jî komîsyoneke parlamenteran bê avakirin ku di serî de li Amedê be û ji parlamenterên hilbijartî pêk bê, da ku pirsgirêkên herêmî gotûbêj bikin û pêşniyarên çareseriyê pêş bixin. Ev avahî ku dê ji bo hemû parlamenterên ku bi pirsgirêkên herêmê re eleqedar in û dixwazin beşdarî vê xebatê bibin vekirî be, divê rê bide ku nêrînên cuda yên siyasî di hawîrdoreke muzakereya demokratîk de bên ba hev. Sêwirandina vê meclisê ne tenê wekî organeke şêwirmendiyê, lê wekî mekanîzmayeke muzakereyê ya sazûmanî ku desthilatdariyê vediguhêze û modelên rêveberiya demokratîk a herêmî pêş dixe, dê ji bo çareseriyeke mayînde bi bandor be.

Mekanîzmaya navborî divê ne tenê bi parlamenteran re sînordar bimîne. Ji bo zêdekirina beşdariya civakî û tevkariya pisporiyê, divê komîsyonên jêrîn an jî yekîneyên şêwirmendiyê bên avakirin ku akademîsyen, nûnerên rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û beşên civakî yên têkildar bikarin beşdar bibin. Ji bo ku ev xebat bi awayekî rêkûpêk û bi bandor bên meşandin, divê saziyên îdarî û budceya pêwîst bên dabînkirin.

Encam: Îradeya Siyasî ya Hevpar ji bo Çareseriya Demokratîk

Polîtîkayên ku dewlet bi salan e dimeşîne, pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka kurdî kiriye du pirsgirêkên bingehîn ku ne ji hev cuda ne, berevajî vê yekê, her du jî hevdu xurt dikin. Çaresernebûna van pirsgirêkan bi awayekî demokratîk û mayînde, ne tenê aloziyên civakî kûrtir dike, di heman demê de zemînê ji bo xurtbûna meylên rêveberiya otorîter û navendîxwaz jî amade dike.

Lewma ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û Kurdistanê, pêwîst e ev her du mesele bi hev re bên nirxandin. Prensîbên ku tên pêşniyarkirin, ne berjewendiyên taybet ên tu nêrîneke siyasî an jî beşeke civakî, lê belê zemîneke siyasî ya hevpar armanc dikin ku serweriya hiqûqê, hemwelatiya wekhev, mafên çandî û zimanî, demokrasiya herêmî û beşdariya demokratîk esas digire.

Pêşniyarên ku li vir hatine danîn, divê ne tenê wekî tedbîrên demkî yên ji bo rêvebirina pirsgirêkên heyî bên dîtin. Ev gavên ku ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya demokratîk li Tirkiyeyê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî ya aştiyane, dadperwerane û mayînde, zemîna sazî û civakî ya pêwîst ava dikin.

Yekbûna beşên cuda yên siyasî û civakî li dora van hevparên herî kêm, dikare bibe alîkar ji bo avakirina hevbendiyeke nû û berfireh a demokrasiyê. Ez hêvî dikim ku ev pêşniyar bi taybetî ji aliyê aktorên siyasî yên ku dixwazin berpirsyariyê di mijara demokratîkbûn û aştiya civakî de bigirin ser xwe, bên nîqaşkirin û pêşxistin.

19.11.2026

İlgili haberler