
Li Dêrikê projeya santrala enerjiyê ya rojê (GES) debara gundiyan dixe xeterê
Serokê HÜDA PARê yê Mêrdînê Abdulaziz Önen diyar kir ku projeya santrala enerjiyê ya rojê ya ku li ser mêrgên herêma Sefan a Dêrikê tê plankirin, wê bandoreke neyînî li ser debara xwedîkirina ajalan a gundiyan bike.
Serokê HÜDA PARê yê Mêrdînê Abdulaziz Önen got ku li herêma Sefan a navçeya Dêrikê, li ser mêrgên ku 12 gund bi hev re bi kar tînin, projeyeke Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) tê plankirin û ev proje wê bibe sedema mexdûriyeta gundiyan. Önen da zanîn ku heyeta wî bi serokatiya Cîgirê Serokê Bajêr Îsmaîl Çevîk û tîma pê re çûne herêmê û guh dane daxwazên welatiyan.
Önen bal kişand ser wê yekê ku li van mêrgan salane bi navînî 10 hezar ajalên mezin û zêdetirî 100 hezar ajalên biçûk diçêrin û xwedîkirina ajalan çavkaniya sereke ya debara gundiyan e. Li gorî daneyên sîstema Turkvetê, tenê li du gundan 3 hezar û 765 ajalên mezin û 42 hezar û 184 ajalên biçûk hene; li gundê Şahverdiyê jî 1 hezar û 689 ajalên mezin û 24 hezar û 916 ajalên biçûk qeydkirî ne.
Rayedarên HÜDA PARê diyar kirin ku ew ne li dijî enerjiya nûjenkirî ne, lê ji ber ku ev mêrg bi salan e ji bo xwedîkirina ajalan wekî qadên hevpar tên bikaranîn, ew li dijî bikaranîna van qadan ji bo projeya GESê ne. Partiyê bang kir ku proje bê rawestandin û çavkaniyên debara gundiyan bên parastin.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi