
Serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî, Pêşniyara 19 Bajarên Nû û 78 Navçeyan Aşkere Kir
Bahçelî, di çarçoveya projeya "100 bajar 1000 navçe" de pêşniyar kir ku 19 bajar û 78 navçeyên nû bên avakirin.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di çarçoveya projeya "100 bajar 1000 navçe" de ragihand ku divê 19 bajarên nû û 78 navçeyên nû bên avakirin. Bahçelî diyar kir ku ev pêşniyar li ser bingeha nifûsa navçeyên heyî û pîvanên objektîf ên din hatiye amadekirin.
Bahçelî navçeyên ku dikarin bibin bajar li gorî herêman rêz kirin: Li Anatoliya Navîn Polatli û Ereğliya Konyayê; li Deryaya Reş Ünye, Vezirköprü û Ereğliya Zonguldakê; li Anatoliya Rojhilat Erciş, Bazîd û Xelat; li Anatoliya Başûrê Rojhilat Erxenî, Midyad û Sêwreg; li Deryaya Spî Elbistan, Kozan, Alanya û Tarsus; li Egeyê Fethiye û Akhisar; li Marmarayê Lüleburgaz û Bandirma. 78 navçeyên nû jî dikarin bi van bajarên nû ve bên girêdan an jî di çarçoveya bajarên heyî de bên avakirin.
Bahçelî tekez kir ku desthilatdariya ji bo avakirina bajarên nû bi xebata saziyên têkildar û îradeya yasayî ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ve girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku divê qadên erkê yên di navbera şaredariyên bajarên mezin û navçeyan de ji nû ve bên diyarkirin, qanûnên têkildar bên çavdêrîkirin û erk û desthilatdariya rêveberiyên herêmî bên zelalkirin.
Li gorî projeyê, bi rêkxistina nû ya avahiyên îdarî re tê armanckirin ku xizmetên perwerde, tenduristî, ewlehî û xizmetên civakî ji cihên nêzîktir bigihêjin welatiyan, kalîteya xizmetê û berhemdarî zêde bibe, koordînasyona îdarî xurt bibe û razîbûna welatiyan bilind bibe.
Çavkanî: Kurdistan24