
Konfederasyona Kurdên Diyasporayê bang li malbatên kurd dike ku zarokên xwe bişînin dersên kurdî li Fînlandiyayê
Endamê konfederasyonê Welat Nehrî diyar kir ku li Fînlandiyayê zêdetirî 500 zarokên kurd perwerdehiya zimanê zikmakî dibînin û da zanîn ku beşdarbûna dersên kurmancî kêm e, lewma bang li malbatan kir ku vê derfetê binirxînin.
Endamê Lijneya Rêveber a Konfederasyona Kurdên Diyasporayê Welat Nehrî got ku li Fînlandiyayê asîmîlasyon nîne û divê malbatên kurd zarokên xwe bişînin dersên kurdî. Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiyê ya Fînlandiyayê, sala borî li dibistanên fermî zêdetirî 500 zarokên kurd perwerdehiya zimanê zikmakî wergirtine.
Daneyên fermî li gorî zaravayan cudahiyê nakin, lê li gorî çavdêriyan dema hejmara xwendekarên ku bi zaravayê soranî perwerde dibin di asteke baş de ye, tê ragihandin ku hejmara zarokên ku bi zaravayê kurmancî perwerde dibin negihîştiye 20 kesan. Nehrî diyar kir ku hejmara malbatên kurmancîaxêv têrker e, lê hin malbat ji ber ku duzimanî ne an jî ji ber pêvajoyên siyasî û penaberiyê zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî fermî qeyd nakin.
Nehrî tekez kir ku eger hemû zarokên kurd beşdarî dersan bibin, hejmara xwendekaran dikare derkeve çend hezaran û divê malbat bi piştgiriya hev vê "derfeta zêrîn" binirxînin. Her wiha bal kişand ser kêmbûna pirtûk û çavkaniyên kurdî jî.
Çavkanî: Rûdaw