
Li Zanîngeha Dîcleyê 2.299 xwendekar di çarçoveya Bernameya Ciwanan a İŞKUR'ê de bi pişkeyê hatin diyarkirin
Di çarçoveya Bernameya Ciwanan a İŞKUR'ê de ji nav 10.684 serlêdanan 2.299 xwendekar bi pişkeya li ber çavên noter hatî kişandin hatin hilbijartin û ji bo ezmûna kar a ku dê 140 rojan bidome dê rojane 1.375 TL wergirin.
Li Navenda Kongreyê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîcleyê, bi pişkeya li ber çavên noter hatî kişandin ji nav 10.684 serlêdanan 2.299 xwendekar hatin hilbijartin. Sekreterê Giştî yê Zanîngehê Prof. Dr. Mustafa Uğurlu Arslan, Alîkarên Sekreterê Giştî Hacı Yılmaz û Mehmet Sıddık Teksin, Serokê Beşa SKS'ê Fırat Solmaz, Alîkarê Midûrê Şaxa Bajêr a İŞKUR'ê Salih Temür û rêveberên din beşdarî çalakiya pişkeyê bûn.
Xwendekarên hatine hilbijartin, di çarçoveya bernameya ku dê 140 rojan bidome de dê di beşên cihê yên zanîngehê de heftiyê herî zêde sê rojan bixebitin û ji bo her roja xebatê dê 1.375 TL wergirin. Bername ligel ku piştgiriya darayî dide xwendekaran, di heman demê de armanc dike ku ezmûna kar jî bi wan bide qezenckirin.
Sekreterê Giştî Prof. Dr. Mustafa Uğurlu Arslan balkişand ser giringiya birêvebirina zelal û adil a bernameyê û diyar kir ku di bin serokatiya Rektor Prof. Dr. Kamuran Eronat de dê her cure piştgirî ji bo xwendekaran bê kirin. Her wiha wî ji bo ked û tevkariya Midûriyeta Bajêr a İŞKUR'ê spasiya xwe anî ziman.
Çavkanî: Amed TV