
Dijital kavanozdaki intihar: Kürt ulusunun asimilasyon simülasyonu ve fırsat maliyeti
Kürtçe için tehlike çanları çalıyor: Kürtçe konuşan son nesil olabilirsiniz.
Bir fare, yarısına kadar pirinçle dolu bir kavanozun içine düşer. Başlangıçta bu bir lütuftur: Etrafta bolca yiyecek vardır, avcı tehlikesi yoktur, karnını doyurmak için hiçbir çaba gerekmez. İlk günlerde istediği an zıplayıp dışarı çıkabilecek güce sahiptir. Ama "Nasıl olsa her şey burada, biraz daha kalayım" der ve konfor alanında yaşamayı seçer.
Günler geçer. Fare yedikçe, farkına varmadan kavanozun dibine iner. Duvarlar yükselir. Pirinç bittiğinde acı gerçekle yüzleşir: Artık dışarı zıplayamayacak kadar derindedir, sıçrayacak kasları erimiştir. Özgürlüğünü geçici bir tokluğa satmış, hayatta kalmak için başkalarının lütfuna muhtaç bir esire dönüşmüştür.
Yapay zekâ ve internet çağında Kürt toplumunun, özellikle de yeni neslin içine düştüğü durum bu farenin neşeli intiharından farksızdır.
O pirinç kavanozu; internetin, küresel algoritmaların ve hâkim dillerin (Türkçe, Arapça, Farsça, İngilizce) sunduğu sınırsız ve konforlu içerik denizidir. Bu dillerde iletişim kurmak, teknoloji tüketmek, ekonomik sisteme katılmak "bedava pirinçtir": Çaba istemez, hemen sosyal ve ekonomik ödül verir.
Fareler ise çocuklarına anadillerini öğretmeyi "gereksiz" gören ya da "Anadil eğitimi veren kurum zaten yok, olanlar da kalitesiz" bahanesine sığınan aileler ve bu konfor alanında uyuşan gençlerdir.
"Kurumlar kalitesiz" söylemi nesnel bir tespit değil, eylemsizliğin ve entelektüel tembelliğin kılıfıdır. Hiçbir altyapı gökten kusursuz inmez; kurumlar ancak bir toplumun inatçı talebi, yatırımı ve orayı kullanma ısrarıyla kaliteleşir. Kürtler kendi dillerinin altyapısını kurmanın bedelini ödemekten kaçıp hazır sistemlerin konforuna sığındıkça, kendi zihinsel ve kültürel mezarlarını kazıyor.
Kavanozun dibine iniş: Asimilasyon simülasyonu
Dil yalnızca bir iletişim aracı değil, bir ulusun işletim sistemidir. İşletim sistemini terk ederseniz geriye, hâkim kültürün donanımında çalışan, asimile olmuş bir alt küme kalır. İnternet ve yapay zekâ öncesinde asimilasyon üç-dört nesil süren yavaş bir erozyondu; bugün algoritmik içerik tüketimiyle bu süre bir buçuk nesle indi.
Aşağıdaki oranlar, Kürtçeyi aktif olarak anlayan, konuşan, bu dilde düşünen ve üreten nüfusun yaş gruplarına göre nasıl çözüldüğünü gösteren bir senaryodur. Ölçülmüş istatistikler değil, gozleme dayanan bir projeksiyondur; amacı gidişatın yönünü ve hızını göstermektir.
Evre 1: Kavanoza düşmeden önce (2000'lerin başı)
İnternetin henüz yaygınlaşmadığı dönem. Dil, evde ve sokakta doğal bir ağ etkisiyle aktarılıyor. Taban geniş, kültürel omurga ayakta.
- 65 yaş ve üstü: %95
- 40-64 yaş: %90
- 18-39 yaş: %80
- 0-17 yaş: %85
Evre 2: Pirincin tükendiği yer (bugün, 2026)
Yapay zekâ ve dijital devrim hayatın her yerinde. Çocuklar ekranlar aracılığıyla tamamen hâkim dillere teslim edilmiş. Aileler "Nasıl olsa anlar" yanılsamasıyla anadili terk ediyor. Piramit tersine dönmüş, sistem çöküş sinyali veriyor.
- 65 yaş ve üstü: %90
- 40-64 yaş: %70
- 18-39 yaş: %40
- 0-17 yaş: %15 (kritik eşik)
Evre 3: Kavanozun dibi, geri dönülemez nokta (2050 projeksiyonu)
Bugünün 0-17 yaş grubu anne-baba olduğunda, bilmedikleri bir dili çocuklarına aktaramayacak. Kürtçe, sokak pratiği ölmüş, yalnızca yapay zekâ veri setlerinde eski metinler olarak kalan akademik bir kalıntıya dönüşecek.
- 65 yaş ve üstü: %50
- 40-64 yaş: %20
- 18-39 yaş: %5
- 0-17 yaş: %1 (istatistiksel olarak önemsiz)
Acımasız gerçekler ve fırsat maliyeti
Bu senaryoya ve dijital dönüşümün hızına göre, Kürt ulusunun büyük ölçüde asimile olması, yani dilsel ve kültürel üretim refleksini kaybetmesi için 20 ila 25 yıl yeter. 2050'ye gelindiğinde kültürel omurga kırılmış olacak. Neden mi?
Yapay zekâ bariyeri. Yapay zekâ modelleri büyük veriyle çalışır. Kürtçe veri setleri üretilmediği ve çocuklar büyük dil modelleriyle hâkim dillerde konuştuğu sürece teknoloji, Kürtçeyi dışarıda bırakan bir ekosistem kurar. Anadil, modern dünyanın dışında kalan "ilkel" bir anıya dönüşür.
Sorumluluktan kaçış. "Kurumlar kalitesiz" deyip kenara çekilmek entelektüel tembelliktir. Hiçbir kurum gökten kusursuz inmez. Talep eden, finanse eden, çocuğunu oraya göndererek sistemi zorlayan bir toplum kurumlarını yaratır. Bugünün konforu uğruna bu bedeli ödemeyenler, çocuklarının zihnini asimilasyona kiraya veriyor.
Geri dönülemezlik. Fare pirinci bitirdiğinde zıplayacak kası kalmamıştı. Dil de kullanıldıkça gelişen bir kastır. Yirmi yıl sonra bugünün gençleri "kimliğine dönmek" istediğinde, o kimliği anlatacak kelime dağarcığına, kültürel referanslara ve tarihsel bağlama sahip olmayacak. Hâkim dilin kavramlarıyla kendi kimliğini savunmaya çalışan, içi boşaltılmış, trajikomik figürlere dönüşecek.
Zaman kaybediyorsunuz. Konfor alanında oyalanıp "Gelecek nesiller halleder" masalına inanmak, o kavanozdaki pirinci neşeyle kemirmektir. Dibin görünmesine bir nesil kaldı.
Bedeli bugün ödemenin bir yolu
Yapay zekâ bariyerini aşmanın tek yolu, Kürtçenin dijital dünyada kendi verisini üretmesidir. Kürtçe konuşan herkes, KurdAi Voice'un ses bağışı kampanyasına birkaç cümle okuyarak bugün katkı verebilir:
https://kurdishtts.dks.news/bexsh
Xwekujiya di qawanoza dîjîtal de: Sîmulasyona asîmîlasyona neteweya Kurd û bedêla derfetê
Zengilên xeterê ji bo Kurdî lê dixin: Dibe ku hûn nifşê dawî bin ku Kurdî diaxive.
Mişkek dikeve nav qawanozeke ku nîvê wê bi birincê tije ye. Di destpêkê de ev xêrek e: Xwarin pir e, xetereya nêçîrvanan tune ye û ji bo têrkirina zikê xwe ne hewce ye ku tu hewldanekê bide. Di rojên pêşîn de, gava bixwaze dikare xwe bavêje û derkeve derve. Lê bi gotina "Çawa be her tişt li vir e, bila ez hinekî din jî bimînim", jiyana di wê qada rehet de hildibijêre.
Roj derbas dibin. Her ku mişk dixwe, bêyî ku pê bihese ber bi binê qawanozê ve dadikeve. Dîwar bilind dibin. Gava ku birinc diqede, bi rastiya tal re rû bi rû dimîne: Êdî ew qas di kûrahiyê de ye ku nikare xwe bavêje derve, masûlkeyên wî yên avêtinê heliyane. Wî azadiya xwe bi têrbûneke demkî firotiye û veguheriye dîlekî ku ji bo sax bimîne hewcedarê kerema kesên din e.
Îro di serdema zîrekiya çêkirî û înternetê de, rewşa ku civaka Kurd, bi taybetî nifşê nû tê de ye, ji xwekujiya bi neş'e ya vî mişkî ne cudatir e.
Ew qawanoza birincê; deryaya naverokê ya bêsînor û rehet e ku înternet, algorîtmayên gerdûnî û zimanên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî) pêşkêş dikin. Di van zimanan de pêwendî danîn, bikaranîna teknolojiyê, tevlêbûna sîstema aborî "birinca belaş e": Hewldanê naxwaze, yekser xelata civakî û aborî dide.
Mişk jî ew malbat in ku hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên xwe "nepêwîst" dibînin an jî xwe disipêrin hinceta "Saziyên perwerdehiya zimanê dayikê jixwe tune ne, yên heyî jî bêqalîte ne", û ew ciwan in ku di vê qada rehet de tevizîne.
Gotina "Sazî bêqalîte ne" ne tespîteke objektîf e, perdeya bêçalakî û tembeliya rewşenbîrî ye. Tu binesazî ji asîmanan bêqisûr nakeve xwarê; sazî tenê bi daxwaza serhişk, veberhênan û israra bikaranînê ya civakê biqalîte dibin. Her ku Kurd xwe ji dayîna bedêla avakirina binesaziya zimanê xwe vedidizin û davêjin nava rehetiya sîstemên amade, ew gorên xwe yên zihnî û çandî dikolin.
Daketina binê qawanozê: Sîmulasyona asîmîlasyonê
Ziman ne tenê amûreke pêwendiyê ye, sîstema xebitandinê ya neteweyekê ye. Heke hûn sîstema xebitandinê biterikînin, li pey we tenê binkomeke asîmîlebûyî dimîne ku li ser reqalava çanda serdest dixebite. Beriya înternet û zîrekiya çêkirî, asîmîlasyon erozyoneke hêdî bû ku sê-çar nifş dikişand; îro bi xerckirina naverokên algorîtmîk, ev dem daketiye nifşek û nîvê.
Rêjeyên jêrîn senaryoyek in ku nîşan didin nifûsa ku Kurdî bi aktîfî fêm dike, diaxive, bi vî zimanî difikire û berhem dide, li gorî komên temenî çawa dihele. Ev ne statîstîkên pîvandî ne, projeksiyoneke li ser çavdêriya nivîskar e; armanca wê nîşandana rê û leza vê pêvajoyê ye.
Qonaxa 1: Beriya ketina nav qawanozê (destpêka salên 2000î)
Serdema ku înternet hê belav nebûbû. Ziman, li mal û kolanê bi bandoreke torê ya xwezayî dihate veguhestin. Binî fireh e, stûna çandî li ser piyan e.
- 65 sal û jortir: %95
- 40-64 sal: %90
- 18-39 sal: %80
- 0-17 sal: %85
Qonaxa 2: Cihê ku birinc lê xilas dibe (îro, 2026)
Zîrekiya çêkirî û şoreşa dîjîtal ketiye her qada jiyanê. Zarok bi rêya ekranan bi temamî radestî zimanên serdest hatine kirin. Malbat bi xeyala "Çawa be wê fêm bike" zimanê dayikê diterikînin. Pîramîd serûbin bûye, sîstem sînyala têkçûnê dide.
- 65 sal û jortir: %90
- 40-64 sal: %70
- 18-39 sal: %40
- 0-17 sal: %15 (sînorê krîtîk)
Qonaxa 3: Binê qawanozê, xala bêveger (projeksiyona 2050î)
Gava ku koma temenî ya 0-17 salî ya îro bibe dê û bav, nikarin zimanekî ku nizanin derbasî zarokên xwe bikin. Kurdî vediguhere bermayiyeke akademîk ku pratîka wê ya kolanê miriye û tenê wekî metnên kevn di danezanên zîrekiya çêkirî de maye.
- 65 sal û jortir: %50
- 40-64 sal: %20
- 18-39 sal: %5
- 0-17 sal: %1 (ji aliyê statîstîkî ve bêqîmet)
Daneyên meydanê çi dibêjin?
Her çend rêjeyên senaryoyê texmîn bin jî, daneyên ji meydanê heman alî nîşan didin:
- Li gorî lêkolîna Nexşeya Ziman (Dil Haritası) ya Navenda Lêkolînên Kurdî û Rawestê ku di 2022an de hate eşkerekirin, li Amedê %32,9ê beşdaran bi dê û bavên xwe re tenê bi Kurdî diaxivin; rêjeya kesên ku bi zarokên xwe re tenê bi Kurdî diaxivin dadikeve binê %9an. Di nifşekî de windabûneke sê çaryekan.
- Li gorî anketa Navenda Lêkolînên Meydanê yên Sosyopolîtîk (SAMER) ku di Tîrmeha 2025an de li 23 bajaran bi 2.378 kesan re hate kirin, %40,1ê beşdaran dibêjin zarokên wan bi wan re bi Tirkî diaxivin; yên ku dibêjin bi Kurdî, tenê %24,7 in.
- Li gorî lêkolîna heman navendê ya 2020an a li 16 bajaran bi 5.600 malan re, her ku perwerde û dahat zêde dibe, axaftina Kurdî li malê kêm dibe: Rêjeya ku di nav kesên nexwendî de %76,2 ye, di nav mezûnên zanîngehê de dadikeve %61,1ê.
Ev lêkolîn nîşan didin ku jêhatiya fêmkirin û axaftina Kurdî hê bi giranî didome, lê şikestin li wê xalê ye ku ziman derbasî nifşê din dibe. Binê qawanozê tam li vir e.
Rastiyên bêrehm û bedêla derfetê
Li gorî vê senaryoyê û leza veguherîna dîjîtal, ji bo ku neteweya Kurd bi piranî asîmîle bibe, ango refleksa xwe ya hilberîna zimanî û çandî winda bike, 20 heta 25 sal bes in. Gava ku em bigihîjin sala 2050î, dê stûna çandî şikestî be. Çima?
Bariyera zîrekiya çêkirî. Modelên zîrekiya çêkirî bi daneyên mezin dixebitin. Heta ku danezanên Kurdî neyên hilberandin û zarok bi modelên zimanî yên mezin re bi zimanên serdest biaxivin, teknolojî dê ekosîstemekê biafirîne ku Kurdî jê tê derxistin. Zimanê dayikê vediguhere bîranîneke "kevnar" a li derveyî cîhana modern.
Revîna ji berpirsiyariyê. Bi gotina "Sazî bêqalîte ne" xwe kişandin aliyekî, tembeliya rewşenbîrî ye. Tu sazî ji asîmanan bêqisûr nakeve xwarê. Civakeke ku daxwaz dike, fînanse dike û bi şandina zarokên xwe sîstemê zor dike, saziyan diafirîne. Kesên ku ji bo rehetiya îro vê bedêlê nadin, zihnê zarokên xwe ji asîmîlasyonê re kirê dikin.
Bêvegerî. Gava mişk birinc xilas kir, masûlkeya wî ya avêtinê nemabû. Ziman jî masûlkeyek e ku bi bikaranînê pêş dikeve. Bîst sal şûnde, gava ciwanên îro bixwazin "vegerin nasnameya xwe", ew ê ne xwedî ferheng, referansên çandî û çarçoveya dîrokî bin ku wê nasnameyê îfade bikin. Dê veguherin fîgurên trajîkomîk û valakirî yên ku hewl didin bi têgehên zimanê serdest nasnameya xwe biparêzin.
Hûn wext winda dikin. Li qada rehet sekinîn û bawerkirina çîroka "Nifşên pêşerojê wê çareser bikin", bi neş'e cûtina birinca di wê qawanozê de ye. Ji bo dîtina binê qawanozê tenê nifşek ma.
Rêyek ji bo dayîna bedêlê îro
Yekane rêya derbaskirina bariyera zîrekiya çêkirî ew e ku Kurdî di cîhana dîjîtal de daneyên xwe hilberîne. Her kesê ku Kurdî diaxive, dikare îro bi xwendina çend hevokan beşdarî kampanyaya bexşkirina dengê KurdAi Voice bibe: kurdishtts.dks.news/bexsh
خۆکوشتن لە ناو گۆزەی دیجیتاڵیدا: لاساییکردنەوەی تواندنەوەی نەتەوەی کورد و تێچووی دەرفەت
زەنگی مەترسی بۆ زمانی کوردی لێدەدرێت: لەوانەیە ئێوە دوایین نەوە بن کە بە کوردی قسە دەکەن
مشکێک دەکەوێتە ناو گۆزەیەکەوە کە تا نیوەی پڕە لە برنج. لە سەرەتادا ئەمە نیعمەتێکە: خواردن زۆرە، مەترسیی ڕاوچی نییە و بۆ تێربوون هیچ هەوڵێک پێویست نییە. لە ڕۆژانی یەکەمدا هێزی ئەوەی هەیە هەر کاتێک بیەوێت باز بدات و بچێتە دەرەوە. بەڵام بە گوتنی «هەر چییەک هەیە لێرەیە، با کەمێکی تر بمێنمەوە» ژیان لەو ناوچە ئاسوودەیەدا هەڵدەبژێرێت.
ڕۆژەکان تێدەپەڕن. مشکەکە هەتا زیاتر دەخوات، بێ ئەوەی هەست بکات زیاتر بەرەو بنی گۆزەکە دادەبەزێت. دیوارەکان بەرز دەبنەوە. کاتێک برنجەکە تەواو دەبێت، ڕووبەڕووی ڕاستییەکی تاڵ دەبێتەوە: ئێستا ئەوەندە لە قووڵاییدایە کە ناتوانێت باز بدات بۆ دەرەوە، ماسولکەکانی بازدانی تواونەتەوە. ئازادیی خۆی بە تێربوونێکی کاتی فرۆشتووە و بووەتە دیلێک کە بۆ مانەوە پێویستی بە بەزەیی کەسانی ترە.
لە سەردەمی ژیریی دەستکرد و ئینتەرنێتدا، ئەو دۆخەی کۆمەڵگەی کوردی و بە تایبەتی نەوەی نوێ تێی کەوتووە، هیچ جیاوازییەکی لەگەڵ خۆکوشتنی دڵخۆشانەی ئەم مشکەدا نییە.
ئەو گۆزە برنجە، دەریای بێسنوور و ئاسوودەی ئەو ناوەڕۆکەیە کە ئینتەرنێت و ئەلگۆریتمە جیهانییەکان و زمانە باڵادەستەکان (تورکی، عەرەبی، فارسی، ئینگلیزی) پێشکەشی دەکەن. پەیوەندیکردن بەم زمانانە، بەکارهێنانی تەکنەلۆژیا و تێکەڵبوون بە سیستەمی ئابووری «برنجی بەخۆڕاییە»: هەوڵی ناوێت و دەستبەجێ پاداشتی کۆمەڵایەتی و ئابووری دەداتەوە.
مشکەکانیش ئەو خێزانانەن کە فێرکردنی زمانی دایک بە منداڵەکانیان بە «ناپێویست» دەزانن، یان پەنا دەبەنە بەر بیانووی «دامەزراوەی خوێندن بە زمانی دایک هەر نییە، ئەوانەی هەشن بێ کوالیتین»، و ئەو گەنجانەن کە لەم ناوچە ئاسوودەیەدا سڕ بوون.
گوتەی «دامەزراوەکان بێ کوالیتین» دەستنیشانکردنێکی بابەتی نییە، بەڵکوو پەردەی بێکاری و تەمەڵیی ڕۆشنبیرییە. هیچ ژێرخانێک بێ کەموکوڕی لە ئاسمانەوە دانابەزێت؛ دامەزراوەکان تەنها بە داوای سووری کۆمەڵگە، وەبەرهێنان و پێداگری لە بەکارهێنانیان باش دەبن. هەتا کورد لە دانی تێچووی بنیاتنانی ژێرخانی زمانی خۆی هەڵبێت و پەنا ببەنە بەر ئاسوودەیی سیستەمە ئامادەکان، گۆڕی هزری و کولتووریی خۆیان هەڵدەکەنن.
دابەزین بۆ بنی گۆزەکە: لاساییکردنەوەی تواندنەوە
زمان تەنها ئامرازێکی پەیوەندی نییە، سیستەمی کارپێکردنی نەتەوەیەکە. ئەگەر سیستەمی کارپێکردن بەجێ بهێڵن، تەنها بەشێکی تواوە دەمێنێتەوە کە لەسەر ڕەقەواڵەی کولتووری باڵادەست کار دەکات. پێش ئینتەرنێت و ژیریی دەستکرد، تواندنەوە داخورانێکی هێواش بوو کە سێ بۆ چوار نەوەی دەخایاند؛ ئەمڕۆ بە بەکاربردنی ناوەڕۆکی ئەلگۆریتمی ئەم ماوەیە کەم بووەتەوە بۆ نەوەیەک و نیو.
ڕێژەکانی خوارەوە سیناریۆیەکن کە نیشان دەدەن چۆن ئەو دانیشتووانەی بە شێوەیەکی چالاک کوردی تێدەگەن، قسەی پێ دەکەن، پێی بیر دەکەنەوە و بەرهەمی پێ دەهێنن، بەپێی گرووپە تەمەنییەکان دەتوێنەوە. ئەمانە ئاماری پێوراو نین، بەڵکوو پێشبینییەکن لەسەر بنەمای چاودێریی نووسەر؛ ئامانجیان نیشاندانی ئاراستە و خێرایی ئەم ڕەوتەیە.
قۆناغی ١: پێش کەوتنە ناو گۆزەکە (سەرەتای ساڵانی ٢٠٠٠)
سەردەمێک کە ئینتەرنێت هێشتا بڵاو نەببووەوە. زمان لە ماڵ و کۆڵاندا بە کاریگەریی تۆڕێکی سروشتی دەگوازرایەوە. بنکە فراوانە و بڕبڕەی کولتووری لەسەر پێیە.
- ٦٥ ساڵ و سەرووتر: ٩٥٪
- ٤٠-٦٤ ساڵ: ٩٠٪
- ١٨-٣٩ ساڵ: ٨٠٪
- ٠-١٧ ساڵ: ٨٥٪
قۆناغی ٢: ئەو شوێنەی برنج تێیدا تەواو دەبێت (ئەمڕۆ، ٢٠٢٦)
ژیریی دەستکرد و شۆڕشی دیجیتاڵ گەیشتوونەتە هەموو بوارێکی ژیان. منداڵان لە ڕێگەی شاشەکانەوە بە تەواوی ڕادەستی زمانە باڵادەستەکان کراون. خێزانەکان بە خەیاڵی «هەر تێی دەگات» زمانی دایک بەجێ دەهێڵن. هەرەمەکە سەرەوژێر بووە و سیستەمەکە نیشانەی داڕمان دەدات.
- ٦٥ ساڵ و سەرووتر: ٩٠٪
- ٤٠-٦٤ ساڵ: ٧٠٪
- ١٨-٣٩ ساڵ: ٤٠٪
- ٠-١٧ ساڵ: ١٥٪ (هێڵی مەترسیی یەکلاکەرەوە)
قۆناغی ٣: بنی گۆزەکە، خاڵی بێگەڕانەوە (پێشبینیی ٢٠٥٠)
کاتێک گرووپی تەمەنی ٠-١٧ ساڵی ئەمڕۆ دەبنە دایک و باوک، ناتوانن زمانێک کە نایزانن بگوازنەوە بۆ منداڵەکانیان. کوردی دەبێتە پاشماوەیەکی ئەکادیمی کە ژیانی کۆڵانی مردووە و تەنها وەک دەقی کۆن لە کۆمەڵە داتاکانی ژیریی دەستکرددا ماوەتەوە.
- ٦٥ ساڵ و سەرووتر: ٥٠٪
- ٤٠-٦٤ ساڵ: ٢٠٪
- ١٨-٣٩ ساڵ: ٥٪
- ٠-١٧ ساڵ: ١٪ (لە ڕووی ئامارییەوە بێبایەخ)
ڕاستییە بێبەزەییەکان و تێچووی دەرفەت
بەپێی ئەم سیناریۆیە و خێرایی گۆڕانی دیجیتاڵ، ٢٠ بۆ ٢٥ ساڵ بەسە بۆ ئەوەی نەتەوەی کورد بە زۆری بتوێتەوە، واتە ڕیفلێکسی بەرهەمهێنانی زمانی و کولتووریی خۆی لەدەست بدات. تا ساڵی ٢٠٥٠ بڕبڕەی کولتووری شکاو دەبێت. بۆچی؟
بەربەستی ژیریی دەستکرد. مۆدێلەکانی ژیریی دەستکرد بە داتای زۆر کار دەکەن. هەتا کۆمەڵە داتای کوردی بەرهەم نەهێنرێن و منداڵان بە زمانە باڵادەستەکان لەگەڵ مۆدێلە گەورەکانی زماندا قسە بکەن، تەکنەلۆژیا ئیکۆسیستەمێک دروست دەکات کە کوردی تێیدا جێی نابێتەوە. زمانی دایک دەبێتە یادەوەرییەکی «سەرەتایی» لە دەرەوەی جیهانی مۆدێرن.
ڕاکردن لە بەرپرسیارێتی. خۆ کێشانەوە بە گوتنی «دامەزراوەکان بێ کوالیتین» تەمەڵیی ڕۆشنبیرییە. هیچ دامەزراوەیەک بێ کەموکوڕی لە ئاسمانەوە دانابەزێت. کۆمەڵگەیەک کە داوا دەکات، پارە دابین دەکات و بە ناردنی منداڵەکانی فشار دەخاتە سەر سیستەم، دامەزراوەکانی دروست دەکات. ئەوانەی لە پێناوی ئاسوودەیی ئەمڕۆدا ئەم تێچووە نادەن، مێشکی منداڵەکانیان بە تواندنەوە بە کرێ دەدەن.
بێگەڕانەوە. کاتێک مشکەکە برنجەکەی تەواو کرد، ماسولکەی بازدانی نەمابوو. زمانیش ماسولکەیەکە کە بە بەکارهێنان گەشە دەکات. بیست ساڵ دواتر، کاتێک گەنجانی ئەمڕۆ بیانەوێت «بگەڕێنەوە بۆ ناسنامەی خۆیان»، وشەسازی، سەرچاوەی کولتووری و چوارچێوەی مێژوویی ئەوەیان نابێت کە ئەو ناسنامەیە دەرببڕن. دەبنە کەسایەتیی تراژیکۆمیدی و بەتاڵکراو کە هەوڵ دەدەن بە چەمکەکانی زمانی باڵادەست بەرگری لە ناسنامەی خۆیان بکەن.
ئێوە کات بە فیڕۆ دەدەن. مانەوە لە ناوچەی ئاسوودەیی و باوەڕکردن بە چیرۆکی «نەوەکانی داهاتوو چارەسەری دەکەن»، جوینی دڵخۆشانەی برنجی ناو ئەو گۆزەیەیە. تەنها نەوەیەک ماوە هەتا بنی گۆزەکە دەردەکەوێت.
ڕێگەیەک بۆ دانی تێچووەکە لە ئەمڕۆدا
تاکە ڕێگەی تێپەڕاندنی بەربەستی ژیریی دەستکرد ئەوەیە کە زمانی کوردی لە جیهانی دیجیتاڵدا داتای خۆی بەرهەم بهێنێت. هەر کەسێک کە بە کوردی قسە دەکات، دەتوانێت ئەمڕۆ بە خوێندنەوەی چەند ڕستەیەک بەشداری لە هەڵمەتی بەخشینی دەنگی KurdAi Voice بکات: kurdishtts.dks.news/bexsh
Suicide in a digital jar: A simulation of the Kurdish nation's assimilation, and the opportunity cost
Alarm bells are ringing for Kurdish: You may be the last generation to speak it.
A mouse falls into a jar half full of rice. At first it is a blessing: food is plentiful, there are no predators, and filling its stomach takes no effort at all. In the first days it is strong enough to jump out whenever it likes. But it tells itself, "Everything is right here, I'll stay a little longer," and chooses to live in that comfort zone.
Days pass. The more the mouse eats, the deeper it sinks toward the bottom of the jar without noticing. The walls rise. When the rice runs out, it faces a bitter truth: it is now too deep to jump out, and the muscles it needed to leap have withered. It has sold its freedom for a temporary fullness and become a captive that depends on the mercy of others to survive.
In the age of artificial intelligence and the internet, the situation of Kurdish society, and of the young generation in particular, is no different from this mouse's cheerful suicide.
The rice jar is the endless, comfortable sea of content offered by the internet, global algorithms and the dominant languages (Turkish, Arabic, Persian, English). Communicating in these languages, consuming technology, joining the economic system is "free rice": it takes no effort and pays off socially and economically right away.
The mice are the families who consider teaching their children their mother tongue "unnecessary", or who hide behind the excuse that "there are no mother-tongue schools anyway, and the few that exist are poor", and the young people who have gone numb in this comfort zone.
"The institutions are poor" is not an objective finding; it is a cover for inaction and intellectual laziness. No infrastructure falls flawless from the sky. Institutions improve only through a society's stubborn demand, its investment and its insistence on using them. As long as Kurds dodge the cost of building the infrastructure of their own language and take refuge in the comfort of ready-made systems, they are digging their own intellectual and cultural graves.
Sinking to the bottom of the jar: An assimilation simulation
Language is not just a tool for communication; it is a nation's operating system. Abandon the operating system, and what remains is an assimilated subset running on the hardware of the dominant culture. Before the internet and AI, assimilation was a slow erosion that took three to four generations. Today, with algorithmic content consumption, that has shrunk to a generation and a half.
The figures below are a scenario showing how the population that actively understands, speaks, thinks and creates in Kurdish erodes across age groups. They are not measured statistics but a projection based on the author's observation; their purpose is to show the direction and speed of the trend.
Phase 1: Before falling into the jar (early 2000s)
The internet is not yet widespread. The language passes on at home and in the street through a natural network effect. The base is broad; the cultural backbone holds.
- 65 and older: 95%
- 40-64: 90%
- 18-39: 80%
- 0-17: 85%
Phase 2: Where the rice runs out (today, 2026)
AI and the digital revolution reach every corner of life. Children have been handed over entirely to the dominant languages through screens. Families abandon the mother tongue under the illusion that "they'll understand it anyway". The pyramid has turned upside down; the system is signalling collapse.
- 65 and older: 90%
- 40-64: 70%
- 18-39: 40%
- 0-17: 15% (critical threshold)
Phase 3: The bottom of the jar, the point of no return (2050 projection)
When today's 0-17 age group become parents, they will not be able to pass on a language they do not know. Kurdish becomes an academic relic: its street life dead, surviving only as old texts in AI datasets.
- 65 and older: 50%
- 40-64: 20%
- 18-39: 5%
- 0-17: 1% (statistically negligible)
Harsh truths and the opportunity cost
Under this scenario and at the current pace of digital change, 20 to 25 years are enough for the Kurdish nation to be largely assimilated, that is, to lose its reflex for linguistic and cultural production. By 2050 the cultural backbone will be broken. Why?
The AI barrier. AI models run on large amounts of data. As long as Kurdish datasets are not produced and children talk to large language models in the dominant languages, technology builds an ecosystem that leaves Kurdish out. The mother tongue turns into a "primitive" memory outside the modern world.
Escaping responsibility. Stepping aside with "the institutions are poor" is intellectual laziness. No institution falls flawless from the sky. A society that demands, funds and pushes the system by sending its children creates its institutions. Those who refuse to pay this price for today's comfort are renting out their children's minds to assimilation.
Irreversibility. When the mouse finished the rice, it had no muscles left to jump. Language is also a muscle that grows with use. Twenty years from now, when today's young people want to "return to their identity", they will lack the vocabulary, cultural references and historical context to express it. They will become hollowed-out, tragicomic figures trying to defend their identity with the concepts of the dominant language.
You are wasting time. Lingering in the comfort zone and believing the fairy tale that "future generations will sort it out" is cheerfully nibbling the rice in that jar. One generation is left before the bottom comes into view.
One way to pay the price today
The only way past the AI barrier is for Kurdish to produce its own data in the digital world. Anyone who speaks Kurdish can contribute today by reading a few sentences for KurdAi Voice's voice donation campaign: kurdishtts.dks.news/bexsh
خودکشی در شیشهی دیجیتال: شبیهسازی همانندسازی ملت کرد و هزینهی فرصت
زنگ خطر برای زبان کردی به صدا درآمده است: شاید شما آخرین نسلی باشید که کردی حرف میزند
موشی درون شیشهای میافتد که تا نیمه پر از برنج است. در آغاز این یک نعمت است: غذا فراوان است، خطر شکارچی وجود ندارد و برای سیر شدن هیچ تلاشی لازم نیست. در روزهای نخست آنقدر توان دارد که هر وقت بخواهد بپرد و بیرون برود. اما با این فکر که «همهچیز همینجاست، کمی دیگر هم بمانم»، زندگی در همان منطقهی آسایش را برمیگزیند.
روزها میگذرند. موش هرچه بیشتر میخورد، بیآنکه بفهمد به ته شیشه نزدیکتر میشود. دیوارهها بالا میروند. وقتی برنج تمام میشود، با حقیقتی تلخ روبهرو میشود: حالا آنقدر پایین است که دیگر نمیتواند بیرون بپرد و عضلات پریدنش آب شدهاند. آزادیاش را به سیریای موقت فروخته و به اسیری بدل شده که برای زنده ماندن به لطف دیگران محتاج است.
در عصر هوش مصنوعی و اینترنت، وضعیتی که جامعهی کرد و بهویژه نسل جوان در آن گرفتار شده، تفاوتی با خودکشی شادمانهی این موش ندارد.
آن شیشهی برنج، دریای بیکران و راحت محتوایی است که اینترنت، الگوریتمهای جهانی و زبانهای مسلط (ترکی، عربی، فارسی، انگلیسی) عرضه میکنند. ارتباط به این زبانها، مصرف فناوری و پیوستن به نظام اقتصادی «برنج مفت» است: زحمتی نمیخواهد و بیدرنگ پاداش اجتماعی و اقتصادی میدهد.
موشها نیز خانوادههایی هستند که آموزش زبان مادری به فرزندانشان را «غیرضروری» میدانند یا پشت این بهانه پنهان میشوند که «مدرسهی زبان مادری که اصلاً نیست، آنهایی هم که هست بیکیفیتاند»، و جوانانی که در این منطقهی آسایش بیحس شدهاند.
گزارهی «نهادها بیکیفیتاند» یک ارزیابی عینی نیست، پوششی برای بیعملی و تنبلی فکری است. هیچ زیرساختی بینقص از آسمان نمیافتد؛ نهادها تنها با مطالبهی سرسختانه، سرمایهگذاری و اصرار جامعه بر استفاده از آنها باکیفیت میشوند. تا وقتی کردها از پرداخت هزینهی ساختن زیرساخت زبان خود میگریزند و به آسایش نظامهای آماده پناه میبرند، گور فکری و فرهنگی خود را میکنند.
فرو رفتن به ته شیشه: شبیهسازی همانندسازی
زبان فقط ابزار ارتباط نیست؛ سیستمعامل یک ملت است. اگر سیستمعامل را رها کنید، تنها زیرمجموعهای همانندشده باقی میماند که روی سختافزار فرهنگ مسلط کار میکند. پیش از اینترنت و هوش مصنوعی، همانندسازی فرسایشی کند بود که سه تا چهار نسل طول میکشید؛ امروز با مصرف محتوای الگوریتمی این زمان به یک نسل و نیم رسیده است.
ارقام زیر سناریویی است که نشان میدهد جمعیتی که بهطور فعال کردی را میفهمد، به آن حرف میزند، با آن فکر میکند و تولید میکند، در گروههای سنی مختلف چگونه آب میشود. اینها آمار اندازهگیریشده نیستند، بلکه پیشبینیای بر پایهی مشاهدهی نویسندهاند؛ هدفشان نشان دادن جهت و سرعت این روند است.
مرحلهی ۱: پیش از افتادن در شیشه (اوایل دههی ۲۰۰۰)
اینترنت هنوز فراگیر نشده است. زبان در خانه و کوچه با اثر شبکهای طبیعی منتقل میشود. پایه گسترده است و ستون فقرات فرهنگی پابرجاست.
- ۶۵ سال و بالاتر: ۹۵٪
- ۴۰ تا ۶۴ سال: ۹۰٪
- ۱۸ تا ۳۹ سال: ۸۰٪
- ۰ تا ۱۷ سال: ۸۵٪
مرحلهی ۲: جایی که برنج تمام میشود (امروز، ۲۰۲۶)
هوش مصنوعی و انقلاب دیجیتال به همهی عرصههای زندگی رسیده است. کودکان از راه صفحهنمایشها یکسره به زبانهای مسلط سپرده شدهاند. خانوادهها با این توهم که «بالاخره میفهمد» زبان مادری را کنار میگذارند. هرم وارونه شده و سیستم نشانهی فروپاشی میدهد.
- ۶۵ سال و بالاتر: ۹۰٪
- ۴۰ تا ۶۴ سال: ۷۰٪
- ۱۸ تا ۳۹ سال: ۴۰٪
- ۰ تا ۱۷ سال: ۱۵٪ (آستانهی بحرانی)
مرحلهی ۳: ته شیشه، نقطهی بیبازگشت (پیشبینی ۲۰۵۰)
وقتی گروه سنی ۰ تا ۱۷ سال امروز پدر و مادر شوند، نمیتوانند زبانی را که نمیدانند به فرزندانشان منتقل کنند. کردی به بازماندهای آکادمیک بدل میشود که زندگیاش در کوچه مرده و تنها به شکل متنهای کهنه در مجموعهدادههای هوش مصنوعی باقی مانده است.
- ۶۵ سال و بالاتر: ۵۰٪
- ۴۰ تا ۶۴ سال: ۲۰٪
- ۱۸ تا ۳۹ سال: ۵٪
- ۰ تا ۱۷ سال: ۱٪ (از نظر آماری ناچیز)
حقیقتهای بیرحم و هزینهی فرصت
بر پایهی این سناریو و سرعت دگرگونی دیجیتال، ۲۰ تا ۲۵ سال کافی است تا ملت کرد تا حد زیادی همانند شود، یعنی بازتاب تولید زبانی و فرهنگی خود را از دست بدهد. تا سال ۲۰۵۰ ستون فقرات فرهنگی شکسته خواهد بود. چرا؟
مانع هوش مصنوعی. مدلهای هوش مصنوعی با دادههای انبوه کار میکنند. تا وقتی مجموعهدادههای کردی تولید نشود و کودکان با مدلهای زبانی بزرگ به زبانهای مسلط حرف بزنند، فناوری زیستبومی میسازد که کردی را بیرون میگذارد. زبان مادری به خاطرهای «ابتدایی» بیرون از جهان مدرن تبدیل میشود.
فرار از مسئولیت. کنار کشیدن با جملهی «نهادها بیکیفیتاند» تنبلی فکری است. هیچ نهادی بینقص از آسمان نمیافتد. جامعهای که مطالبه میکند، هزینه میپردازد و با فرستادن فرزندانش سیستم را زیر فشار میگذارد، نهادهایش را میسازد. کسانی که به خاطر آسایش امروز این بها را نمیپردازند، ذهن فرزندانشان را به همانندسازی اجاره میدهند.
بیبازگشتی. وقتی موش برنج را تمام کرد، دیگر عضلهای برای پریدن نداشت. زبان هم عضلهای است که با استفاده رشد میکند. بیست سال بعد، وقتی جوانان امروز بخواهند «به هویت خود بازگردند»، واژگان، ارجاعهای فرهنگی و بستر تاریخی لازم برای بیان آن هویت را نخواهند داشت. به چهرههایی تراژیکمیک و تهیشده بدل میشوند که میکوشند با مفاهیم زبان مسلط از هویت خود دفاع کنند.
شما وقت تلف میکنید. ماندن در منطقهی آسایش و باور به افسانهی «نسلهای آینده درستش میکنند»، جویدن شادمانهی برنج درون آن شیشه است. تنها یک نسل مانده تا ته شیشه پیدا شود.
راهی برای پرداختن بها از همین امروز
تنها راه گذر از مانع هوش مصنوعی این است که زبان کردی در جهان دیجیتال دادهی خودش را تولید کند. هر کسی که کردی حرف میزند، میتواند همین امروز با خواندن چند جمله در کارزار اهدای صدای KurdAi Voice سهیم شود: kurdishtts.dks.news/bexsh
الانتحار في الجرة الرقمية: محاكاة استيعاب الشعب الكردي وتكلفة الفرصة
جرس الخطر يدق من أجل اللغة الكردية: قد تكون الجيل الأخير المتحدث بالكردية.
سقط فأر داخل جرة مملوءة بالأرز حتى نصفها. في البداية كان ذلك نعمة: هناك وفرة من الطعام حوله، ولا خطر من المفترسين، ولا حاجة لبذل أي جهد لإشباع جوعه. في الأيام الأولى كان يمتلك القدرة على القفز والخروج في أي لحظة يرغب فيها. لكنه قال: «كل شيء هنا على أي حال، سأبقى قليلاً» واختار العيش في منطقة الراحة.
تمر الأيام. كلما أكل الفأر، ينزل دون أن يشعر إلى قاع الجرة. ترتفع الجدران. عندما ينفد الأرز يواجه الحقيقة المرة: أصبح عميقاً لدرجة لا يستطيع القفز إلى الخارج، وقد أضعفت عضلاته القافزة. باع حريته مقابل شبع مؤقت، وتحول إلى أسير يعتمد على نعمة الآخرين للبقاء على قيد الحياة.
في عصر الذكاء الاصطناعي والإنترنت، الوضع الذي يعيشه المجتمع الكردي، وخاصة الجيل الجديد، لا يختلف عن انتحار هذا الفأر البهيج.
تلك الجرة من الأرز؛ هي بحر لا حدود له من المحتوى الوفير والمريح الذي يقدمه الإنترنت والخوارزميات العالمية واللغات السائدة (التركية، العربية، الفارسية، الإنجليزية). التواصل بهذه اللغات، واستهلاك التكنولوجيا، والانضمام إلى النظام الاقتصادي هو «أرز مجاني»: لا يتطلب جهداً، ويمنح مكافأة اجتماعية واقتصادية فوراً.
الفئران هم العائلات التي تعتبر تعليم أطفالها لغتهم الأم «غير ضروري» أو تستند إلى حجة «لا توجد مؤسسات لتعليم اللغة الأم، وحتى الموجودة غير ذات جودة»، وكذلك الشباب الذين ينعكسون في هذا المجال المريح.
القول إن «المؤسسات غير ذات جودة» ليس تقييماً موضوعياً، بل غطاء للكسل وعدم الفعل والكسل الفكري. لا يُسقط أي بنية تحتية من السماء بصورة مثالية؛ بل تُصبح المؤسسات ذات جودة فقط عندما يصرّ المجتمع على طلبها، ويستثمر فيها، ويُصرّ على استخدامها. كلما هرب الأكراد من دفع ثمن بناء بنية لغاتهم الخاصة ولجأوا إلى راحة الأنظمة الجاهزة، حفروا قبورهم الذهنية والثقافية.
النزول إلى قاع الجرة: محاكاة الاستيعاب
اللغة ليست مجرد أداة تواصل، بل هي نظام تشغيل لأمة. إذا تركت نظام التشغيل، يبقى ما بعد ذلك مجموعة فرعية مُمَتصَة تعمل على عتاد الثقافة السائدة. قبل الإنترنت والذكاء الاصطناعي، كان الاستيعاب تآكلاً بطيئاً استمر لثلاث إلى أربع أجيال؛ أما اليوم فمع استهلاك المحتوى الخوارزمي انخفض هذا الوقت إلى جيل ونصف.
النسب التالية تمثل سيناريو يوضح كيف يتوزع السكان الذين يفهمون الكردية بنشاط ويتحدثون بها ويفكرون وينتجون فيها حسب الفئات العمرية. ليست إحصاءات مقاسة، بل توقع يعتمد على ملاحظات الكاتب؛ هدفه إظهار اتجاه وسرعة التطور.
المرحلة الأولى: قبل السقوط في الجرة (بداية الألفينات)
الفترة التي لم ينتشر فيها الإنترنت بعد. اللغة تُنقل في المنزل والشارع عبر تأثير شبكة طبيعية. القاعدة واسعة، والعمود الفقري الثقافي قائم.
- 65 سنة فأكثر: 95٪
- 40-64 سنة: 90٪
- 18-39 سنة: 80٪
- 0-17 سنة: 85٪
المرحلة الثانية: المكان الذي نفدت فيه الأرز (اليوم، 2026)
الذكاء الاصطناعي والثورة الرقمية في كل مكان. الأطفال يُسلمون عبر الشاشات إلى اللغات المهيمنة تمامًا. العائلات تتخلى عن اللغة الأم تحت وهم «سيفهمون الأمر في النهاية». الهرم انقلب، والنظام يعطي إشارة للانهيار.
- 65 سنة وما فوق: %90
- 40-64 سنة: %70
- 18-39 سنة: %40
- 0-17 سنة: %15 (الحد الحرج)
المرحلة 3: قاع الجرة، النقطة التي لا عودة عنها (توقعات 2050)
عندما يصبح الفئة العمرية الحالية 0-17 سنة هم الآباء، لن يستطيعوا نقل لغة لا يعرفونها لأطفالهم. الكردية، ممارسة الشارع ماتت، وستتحول إلى بقايا أكاديمية مجرد نصوص قديمة في مجموعات بيانات الذكاء الاصطناعي.
- 65 سنة وما فوق: %50
- 40-64 سنة: %20
- 18-39 سنة: %5
- 0-17 سنة: %1 (إحصائيًا غير مهم)
حقائق قاسية وتكلفة الفرصة
حسب هذا السيناريو وسرعة التحول الرقمي، سيستغرق استيعاب الشعب الكردي إلى حد كبير، أي فقدان رد الفعل الإنتاجي اللغوي والثقافي، ما بين 20 إلى 25 سنة. بحلول عام 2050 سيتفتت العمود الفقري الثقافي. لماذا؟
حاجز الذكاء الاصطناعي. تعمل نماذج الذكاء الاصطناعي على بيانات ضخمة. طالما لم تُنتج مجموعات بيانات باللغة الكردية، وكان الأطفال يتحدثون باللغات السائدة عبر نماذج اللغة الكبيرة، فإن التكنولوجيا تُنشئ نظامًا إيكولوجيًا يترك الكردية خارجًا. تتحول اللغة الأم إلى ذكرى «بدائية» تقع خارج عالم الحداثة.
الهروب من المسؤولية. القول إن «المؤسسات غير ذات جودة» والانسحاب من الساحة هو تسامح فكري. لا مؤسسة تنزل من السماء بلا عيوب. المجتمع الذي يطلب، يمول، ويرسل طفله إلى هناك، يخلق مؤسسات تُجبر النظام. أولئك الذين لا يدفعون هذا الثمن من أجل راحة اليوم، يؤجرون عقول أطفالهم لعملية الاستيعاب.
عدم القدرة على الرجوع. عندما انتهى مخزون الجبن للجرذ، لم يتبق له عضلة للقفز. اللغة أيضًا هي جهاز يتطور كلما استُخدمت. بعد عشرين سنة، عندما يرغب شباب اليوم في «العودة إلى هويتهم»، لن يمتلكوا مفردات، وإشارات ثقافية، وسياق تاريخي يصفون به هويتهم. سيتحولون إلى شخصيات هزلية مأساوية، تُفرغ من داخلها، ويحاولون الدفاع عن هويتهم بمفاهيم اللغة السائدة.
أنتم تضيعون الوقت. التمادي في منطقة الراحة والإيمان بأسطورة «الأجيال القادمة ستحل الأمر» هو مجرد قضم الأرز في تلك الجرة ببهجة. يبقى جيل واحد حتى يظهر ديبين.
طريقة لدفع الثمن اليوم
الطريقة الوحيدة لتجاوز حاجز الذكاء الاصطناعي هي أن تنتج الكردية بياناتها الخاصة في العالم الرقمي. يمكن لكل من يتحدث الكردية أن يساهم اليوم بقراءة بضع جمل في حملة التبرع الصوتي لـ KurdAi Voice:
https://kurdishtts.dks.news/bexsh