
Dilxweşiya Civatê û Aramiya Welêt
Gelşên xelkê, divê hêj dema piçûk in bêtin çareserkirin.
Bêguman yek ji demantiya mirovatiyê jî, dilxweşî ye. Ango mirov dilê kesan xweş bike, da kul û derd û xem zexta xwe ya kînwar daneweşîne û dilpaqijî di navbera mirovan de, xasma jî di vê dema zîz de bête domandin.
Di nêv civata Kurd de pir kes hene ku ew ji ber sedemên pir piçûk ji êkdu dixeyidin û bi salan bi hevûdu re napeyivin. Her ku diçe di dilê wan de zikreşî, rikdarî, kuldarî û bêaramî xurt dibin û dem tê ku ew kes dest bi xirabiya hevûdu dikin; xisareke mezin didin êkdu û di dawiyê de jî, bîra hevûdi dikolin.
Eger di nava civatekê de karên wisa xirab heta ku bidomînin, diyar e ku rewşenbîrên wê civatê hêj xang in û nikarin berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Rewşenbîrên ku berpirsyartiya xwe jî bi cih neanîbin, nexwe ew vîn û daxwazên ku ew ji xwe re dibêjin jî, ne qada pêbaweriyê ye.
Divê pêşî rîspî û rewşenbîrên Kurd, piştre mela û mamoste, dest û zendên xwe girêbidin û dilmaniya di navbera bir, eşîr û herêman de, ji holê rakin û gelşên wan çareser bikin.
Gelşên xelkê, divê hêj dema piçûk in bêtin çareserkirin. Eger rîspî, mele, mamoste û rewşenbîrên Kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin, ew dê bibin asteng ji bo karesatên mezin. Herweha ew dê bibin sedemê ku dilxweşî jî têkeve nava civata me. Bi wê kiryara wan a erênî, dê lec û nexweşiya gundiyên me jî, dakevin kêmasiyê.
Hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne, da ew hem li pêşberê civata xwe wek mirovekî qenc bête hesibandin û hem jî ew dê mukafateke mezin jî ji Xwedayê xwe werbigirin.
Cenabê Pêxember (xxl) gotiye: ”Her yek ji xwe şivanek e û berpirsyar e ji ber şivantiya xwe.”
Hêvîdar im ku Xwedayê mezin xweşî û aramiyê têxe nêv birrên civata Kurd û jiyana wan di binê êminatî, aramî û wekhevîtiya xwe de berdewam bike…
Stockholm 01/11/2026
Zeynelabidin Zinar pencinar.z@gmail.com