
Li Diyarbekirê projeya sîstema trêna sivik a 14,1 kîlometreyî dê li sala 2027an dest pê bike
Projeya tramvayê ku ji xeteke 14,1 kîlometreyî û 20 îstasyonan pêk tê, bi lêçûna 220 milyon euroyî dê li sala 2027an dest bi avakirinê bike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê plan dike ku xeta sîstema trêna sivik a 14,1 kîlometreyî ku ji Deriyê Çiyê dest pê dike û di ser Bajarê Nû, Rezan, Peyasê re digehe xeta Dîclekentê, bixe di xizmetê de. Xet dê ji 20 rawestgehan pêk bê.
Lêçûna projeyê nêzîkî 220 milyon euro tê texmînkirin. Dema ku peymana fînansekirinê ya Banka Bajaran bi saziyeke deynan a biyanî re temam bibe, dê di destpêka sala 2027an de yekem gav bê avêtin û tê armanc kirin ku vekirina fermî di sala 2030î de bê kirin.
Di qonaxa yekem de dê 20 wesayîtên tramvayê xizmetê bidin û wesayît dê her 8 deqeyan carê bi rê kevin. Tê payîn ku proje rojane bi navînî zêdetirî 104 hezar rêwiyan veguhêze. Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku dosyaya projeyê amade ye û ger lihevkirina fînansekirinê bê çêkirin, kar û bar dê li sala 2027an diyar bibin.
Çavkanî: Kurdistan24