
Li Şaredariya Baglar a Amedê Gelek Karmend Bêyî Sedem Ji Kar Hatin Derxistin
Li Şaredariya Navçeya Baglarê, roja înê 6ê Mijdarê di dawiya dema kar de, gelek karmendan hîn bûn ku peymana wan a kar bêyî sedemekî rewa hatiye betalkirin.
Li Şaredariya Navçeya Baglarê ya Amedê, roja înê 6ê Mijdarê di dawiya dema kar de, gelek karmendan hîn bûn ku peymana wan a kar bi awayekî yekalî hatiye betalkirin. Di peyama ku ji aliyê SGKê ve hat şandin de ev gotin cih girtin: "Ji ber ku peymana we ya kar a demkî ji aliyê xwedîkar ve bêyî nîşandana sedemekî rewa hatiye betalkirin, agahiya derketina we ya ji kar a bi dîroka 6.11.2026an ji aliyê xwedîkar ve hatiye kirin."
Karmendên ku ji kar hatine derxistin, di fêmkirina sedema vê biryarê de zehmetiyê dikişînin û ji aliyê rêveberiya şaredariyê ve tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Hevşaredarê Baglarê Sîrac Çelîk diyar kir ku derxistina ji kar rast e, lê hejmara tam nayê zanîn.
Ji aliyê hiqûqî ve, betalkirina peymanê ya bêyî sedemeke rewa, li gorî Qanûna Kar mafê tazmînata xizmetê û agahdarkirinê, doza vegerandina kar an jî tazmînata xerabniyetiyê dide karkeran. Ev rewş rê li ber pêvajoyên hiqûqî yên li ser sûda karkeran vedike, lê biryarên nişkave nîqaşên li ser aştiya kar û ewlehiya civakî gur kirin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, li seranserê Amedê di şaredariyên DEM Partiyê de derxistina ji kar didome. Bi derxistinên dawî yên li Şaredariya Baglarê re, tê îdiakirin ku ji hilbijartinan heta niha hejmara karmendên ku li şaredariyên bajêr ji kar hatine derxistin nêzî 2 hezar kesî ye.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün