
Li Rezan a Diyarbekirê 6 Kolan bi Asfalta Germ Hatin Nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li taxên Muradiye û Kaynartepe yên navçeya Rezanê şeş kolanên bi dirêjahiya 4.950 metreyî bi asfalta germ temam kirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Reparekirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, xebatên asfaltkirinê yên li taxên Muradiye û Kaynartepe yên navçeya Rezanê bi dawî kirin. Li ser rêyên ku dirêjahiya wan bi tevahî 4.950 metre ye, 10.000 ton asfalta germ hat riştin.
Li ser plana xebatan kolanên Fatih, Gürsel, Nükhet Coşkun, Girne, Göçmenler û Kardeşlik hatin nûkirin. Berî riştina asfaltê, amadekariya erdî û rêskirina rêyan hat kirin; bi vê yekê domdariya rûyê rêyan hat zêdekirin.
Xebatên nûkirina rêyan armanc dikin ku ewlehî û rihetiya trafîka wesayît û peyayan li herêmê bilind bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê diyar kir ku ew ê projeyên mîna vê yên lênêrîn, reparekirin û asfaltkirina rêyan li seranserê bajarî berdewam bike.
Çavkanî: Diyarbakır Söz