Rojev

Operasyona Hişbir û Çekan li Bağlar a Amedê: 381 Hebên Ekstazî Hatin Girtin
Di operasyona li Bağlarê de 381 hebên ekstazî, 294 hebên dermanên sentetîk, 77 gram esrar, 19,84 gram esrar di 65 parçe de û çekek bê ruxset hatin girtin.
Midûriyeta Ewlekariya Amedê, bi xebateke hevbeş a tîmên Buroya Pêşîlêgirtin û Lêpirsîna Sûcan a Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Bağlarê û Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê, li navnîşanekê li Taxa Kaynartepeyê operasyon li dar xist.
Di lêgerînan de 381 hebên ekstazî, 294 hebên dermanên sentetîk, 77 gram esrar, 19,84 gram esrar di 65 parçe de û çekek bê ruxset hatin dîtin.
Di encama operasyonê de du gumanbar hatin binçavkirin û piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Çavkanî: Amed TV