Rojev

Li Goristana Ali Pınar a li Bağlara Diyarbakırê moloz û çop civiyan
Bermahîyên înşatê û çopên ku li Goristana Ali Pınar civiyan e, gihîştina ziyaretvanan a ji bo gora wan zehmet dike.
Li Goristana Ali Pınar a ku li navçeya navendî ya Bağlara Diyarbakırê ye, moloz, parçeyên keviran û bermahîyên înşatê civiyan û dîmenekî bêxwedî derxistin holê.
Welatîyên ku di nav goristanê de bi zehmetî dimeşin, diyar kirin ku di dema ziyaretkirina goran de neçar dimînin di nav komên moloz û çopê re derbas bibin. Welatîyan ji rayedaran daxwaz kir ku derdor bê paqijkirin û bermahî werin rakirin.
Komên kevir û çopên ku li cihên cuda yên goristanê tên dîtin, bandorek nebaş li ser derdorê dikin û rê li ber ziyaretvanan jî digirin ku bi hêsanî nagihêjin gorên xwe.
Çavkanî: Tigris Haber