Rojev

Qezaya piştî dawetê li Bismila Amedê: Gurgir Erenuluğê 57 salî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Bismilê ya Amedê, Gurgir Erenuluğê 57 salî yê ku piştî dawetê dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, di encama lêdana otomobîlekê de jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bismilê ya Amedê, Gurgir Erenuluğê 57 salî yê ku ji daweta xizmê xwe derketibû, dema li ser rêya Bismil-Batmanê dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, otomobîlekê lê da. Bûyer şeva borî qewimî.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî kontrola tîmên tenduristiyê hat tespîtkirin ku Erenuluğ jiyana xwe ji dest daye. Piştî karên otopsiyê cenazeyê wî hat veşartin.
Ajokarê ku qeza kiribû hat desteserkirin û karên wî li emniyetê dewam dikin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.
Çavkanî: Tigris Haber