
Pirtûkxaneya Dibistana Gundê Ortaviranê li Çinar a Diyarbakırê Hat Veguhertin
Komeleya Harikarî û Piştevaniya Civakî ya "Bila Zarokên Gundan Bixwînin", li Çinarê pirtûkxaneyeke nû ku dê xizmetê bide 350 xwendekarî vekir.
Komeleya Harikarî û Piştevaniya Civakî ya "Bila Zarokên Gundan Bixwînin", pirtûkxaneyeke nû diyarî dibistana seretayî ya gundê Ortaviranê yê li navçeya Çinar a Diyarbakırê kir. Serokê Komeleyê Sinan Özbilgi diyar kir ku li dibistanê nêzîkî 350 xwendekarî perwerdeyê dibînin.
Özbilgi got ku komeleyê li seranserê welêt 13 pirtûkxane vekirine û ji van pirtûkxaneyan sê jê li Diyarbakırê hatine vekirin. Pirtûkxaneya hatî vekirin, ji bo bîranîna bavê wênesaz Neşe Mutlu, rehmetî Asım Mutlu hat veguhertin û ket xizmetê.
Di vekirinê de Rêveberê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeya Çinarê, Rêveberê Emniyeta Navçeyê, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê, Muftiyê Navçeyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, mamoste û xwendekar jî amade bûn. Komeleyê diyar kir ku ew dê di pêşerojê de jî çêkirina pirtûkxaneyan li dibistanên gundan berdewam bikin.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres