
Li Diyarbekirê Nivîsên Ronahî yên bi 1,21 Milyon Lîreyî di 7 Salan de Pûç Bûn
Ronahîkirina dekoratîf a bajêr ku bi talîmata qeyûm Hasan Basri Güzeloğlu hatibû çêkirin, ji ber nebûna xwedîlêderketinê di heft salan de bûye bêkêr.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 7 sal berê bi mebesta nîşandana bedewiyên dîrokî û xwezayî yên bajêr û zêdekirina estetîkê, projeyeke ronahîkirina dekoratîf a bajêr da destpêkirin. Bi talîmata qeyûm Hasan Basri Güzeloğlu, li ser rêya Rihayê, pira Seyran Tepe, balafirgeh, otogar, jêrderbasgeha Ofîsê û Pira Alipinarê bi giştî 12 nivîsên ronahî hatin danîn.
Mesrefa projeyê 1 milyon û 210 hezar TL hat diyarkirin. Îhale, bi rêbaza "21/B-Pazarlik" a ku di Qanûna Îhaleyên Giştî de hatiye diyarkirin, di navbera du şîrketên reklamê de hat kirin; pêşniyar 1 milyon û 222 hezar TL û 1 milyon û 210 hezar TL bûn û kar ji şîrketa ku pêşniyara kêm dabû re hat dayîn.
Mesrefa zêde hat rexnekirin û ji ber nebûna xwedîlêderketinê, ronahî bi tozê girtin û nema hatin dîtin. Di nava şeş salan de pergalên ronahîkirina dekoratîf bûn bêkêr û veberhênan hat terikandin ku pûç bibe.
Li ser nivîsan gotinên "Diyarbekira Bajarê Pêxember û Sehabeyan" û "Diyarbekira Bajarê Mîrateya Çandî ya UNESCOyê" hebûn; pereyê ku hat xerckirin li bajêr bû sedema bertekan.
Çavkanî: Amida Haber