
Li Diyarbekirê mûçeya lênêrînê ya Eşref Oztek ê xwedî rapora astengdariyê ya %93an hat birîn
Eşref Oztek ê 60 salî diyar kir ku tevî rapora wî ya astengdariyê ya %93an heye jî, nikare mûçeya lênêrînê werbigire.
Eşref Oztek ê 60 salî ku li taxa Şêxşamil a navçeya Baglar a Diyarbekirê dijî, zewicî ye û bavê du zarokan e. Oztek ji bo Guneydogu Ekspresê ragihand ku tevî rapora wî ya astengdariyê %93 e jî, nikare mûçeya lênêrînê werbigire.
Oztek got ku her du lingên xwe ji dest dane û di pêvajoyeke 20 salî de nêzî 20 emeliyat bûye. Oztek diyar kir ku di destpêkê de bi rapora %50 ya astengdariyê mûçeya lênêrînê werdigirt, lê piştî ku rêjeya raporê derket %93an, raporeke demkî ya 5 salan danê û mûçeya wî ya lênêrînê hat birîn.
Wî da zanîn ku tevî bijîşkan gotine pêwîstiya wî bi alîkariya berdewam heye, bi hinceta ku "dikare biaxive û xwarinê bixwe" piştgiriya lênêrînê nadinê. Oztek tekez kir ku ev rewş nîşan dide ku hêj pêwîstiya wî bi lênêrînê heye.
Oztek ê ku anî ziman kursiya wî ya bi teker kevn bûye û pêwîstiya wî bi kursiyeke bi bataryayî heye, got ku ew kirêdar e û mûçeya wî ya astengdariyê têra pêdiviyên wî yên bingehîn nake, lewma neçar maye ku bi alîkariya zarokên xwe bijî.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres