PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Li Diyarbekirê 133 kesên lêgerîn li ser wan hebû bi operasyonê hatin girtin
Di operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Diyarbekirê de, 133 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin lêgerîn, hatin binçavkirin.

Li Diyarbekirê li dijî kesên ku biryara girtinê derheqê wan de hebû, operasyon hatin kirin. Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Diyarbekirê, bi koordînasyona Tîmên Lêkolîna Sûcên Cendirmeyan (JASAT) û bi beşdariya fermandariyên cendirmeyan ên navçeyan, 133 gumanbar girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di nav kesên hatine girtin de yên ku ji ber sûcên kuştina bi qest, dizîya bi rêya pergalên înformatîkê, bazirganiya hişbirê, talankirina bi hevkariya çend kesan, destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan û qaçaxçitiya mirovan dihatin lêgerîn hene.

Hat ragihandin ku ji 133 kesên hatine girtin, 8 kesên wan 10 heta 20 sal, 25 kesên wan 5 heta 10 sal, 44 kesên wan 2 heta 5 sal û 56 kesên wan jî cezayê girtîgehê yê bin 2 salan de heye. Gumanbar, piştî karûbarên binçavkirinê sewqî meqamên dadwerî hatin kirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler