
Li Diyarbekirê Zarokek ji her çar zarokan kîloya wî zêde ye an jî qelew e
Rêjeya qelewbûnê di nifûsa zarokên bajêr de gihîşt %25’ê û zêde bû.
Dema ku li seranserê cîhanê rêjeya qelewbûna zarokên temenê dibistanê digihîje %20’yê, li Diyarbekirê zarokek ji her çar zarokan wekî kîlozêde an jî qelew tê dabeşkirin. Zêdebûna gihîştina marketan, kêm bûna tevgerê, xwarina fast-food û zêdebûna bikaranîna ekranan, ferqa di navbera herêmên gundewarî û bajarî de ya derbarê qelewbûnê de girt.
Pisporê Endokrinolojiya Zarokan Dr. Şervan Ozalkak diyar kir ku qelewbûna di zarokan de bi zêdebûna tevna rûnê ya laş derdikeve holê û di pêvajoya teşhîsê de îndeksa girseya laş (BMI) tê bikaranîn. Ger BMI li ser 85’ê be zarok wekî kîlozêde, ger li ser 95’ê be jî wekî qelew tê qebûlkirin. Pispor bal kişand ser wê yekê ku qelewbûn ne tenê ji ber wergirtina kaloriyên zêde ye, herwiha ji ber şert û mercên aborî yên ku tercîhên xwarinê diyar dikin jî çêdibe; ji ber ku xwarinên tendurist û yên bi hevsengiya proteîn-rûn bi gelemperî bihatir in, zarokên malbatên kêmderamet jî di bin xetereyê de ne.
Hat ragihandin ku rêjeya qelewbûnê ji salên 1990’î û vir ve zêdebûneke berbiçav nîşan daye û di dema pandemiyê de bi derbaskirina dema zêdetir li malê, kêm bûna çalakiya fîzîkî, zêdebûna rûbirûbûna ekranê û belavbûna xwarinên ku ji malê tên siparîşkirin, ev zêdebûn leztir bûye. Dr. Ozalkak diyar kir ku ji sala 1990’î heta roja me, li cîhanê, Tirkiyeyê û Diyarbekirê nêzîkî çar qat zêdebûn çêbûye.
Çavkanî: Amida Haber