
Li Diyarbekirê asansorên di bin rêya hesinî de du meh in kar nakin
Karnekirina asansorên di bin rêya ku navçeya Baglar û Ofîsê bi hev ve girê dide, çûnûhatina welatiyên astengdar zehmet dike.
Li Diyarbekirê hat ragihandin ku asansorên di bin rêya hesinî ya ku navçeyên Baglar û Ofîsê bi hev ve girê dide, nêzî du meh in xizmetê nakin. Karnekirina asansoran, bi taybetî rê li ber welatiyên astengdar digire ku ji bin rêyê sûdê werbigirin.
Parlamenterê Partiya Nû yê Diyarbekirê û Cîgirê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê Sezgin Tanrikulu, derbarê mijarê de lêkolîn kirin û bang li rayedaran kir ku asansoran demildest bixin xebatê. Tanrikulu bal kişand ser wê yekê ku ji ber nebûna asansoran, welatiyên astengdar mexdûriyeteke mezin dijîn.
Tanrikulu diyar kir ku derenceyên di bin rêyê de ji bo welatiyên din jî zehmetiyan çêdikin, piştî baranên ewil bin rê di bin avê de dimîne û serlêdanên welatiyên astengdar ên ji bo Rêyên Hesinî yên Dewletê nayên qeydkirin. Wî anî ziman ku divê saziyên giştî li hemberî van pirsgirêkên gihîştinê bêdeng nemînin.
Çavkanî: Diyarbakır Söz