
Li Diyarbekirê Konferansa ‘Wêje û Aşitî’: Dibe Ku Kurdî Bibe Zimanê Perwerdeyê
Di konferansa ku ji aliyê PENa Navneteweyî û PENa Kurd ve hat organîzekirin de hat teqezkirin ku aşitî bi zimanê perwerdeyê yê Kurdî pêkan e.
Bi pêşengiya PENa Navneteweyî û PENa Kurd li Diyarbekirê li Salona Konferansê ya Ali Emiri konferansa “Wêje û Aşitî” ku du rojan dom kir, hat liçêkirin. Konferans bi mijara “Rola Wêje, Ziman û Ronakbîran di Pêvajoyên Rûbirûbûn, Lihevkirin, Aşitî û Wekheviyê de” civiya û bi piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û şaredariyên navçeyên Peyas, Rezan, Yenişehir û Surê hat organîzekirin.
Di nav beşdaran de ji bilî Tirkiye û Herêma Kurdistanê, ji dîasporayê, ji Welatê Bask, Katalonya û Şîliyê nivîskar, ronakbîr û edîbên nas dihatin dîtin. Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sönmez di vekirina konferansê de behsa nîqaşên pêvajoya nû li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku ji bo aşitiyeke mayînde divê girtiyên siyasî serbest bên berdan, yên li çiyê vegere malên xwe, Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, nasnameya Kurdî bi awayekî fermî bête naskirin û dawî li siyaseta tayînkirina qeyyûman bête anîn.
Di konferansê de nûnerên ji welatên ku pêvajoyên parastina zimanê xwe yê zikmakî û lihevkirina siyasî derbas kirine jî tecrûbeyên xwe parve kirin. Serokê berê yê Komîteya Mafên Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî Urtzi Urrutikoetxea, li Welatê Baskê derbaskirina asîmîlasyonê û bandora mafên qanûnî di zindîhiştina ziman de vegot. Nivîskarê Katalonî Carles Torner jî teqez kir ku parastina ziman bi misogeryên qanûnî pêkan e.
Çavkanî: Rûdaw