
Li Amedê xapandinên bankeyan ên ku teqawîdan dikin hedef zêde dibin
Li Amedê heyetên hekeman û dadgehên serfkaran bi dosyeyên xapandina bankeyan ên ku teqawîdan dikin hedef, tijî bûne.
Li Amedê heyetên hekeman û dadgehên serfkaran bi dosyeyên xapandinê yên ku qelsiyên ewlehiyê yên bankeyan bi kar tînin, mijûl dibin. Wekî koma hedef bi taybetî welatiyên pîr û teqawîd hatine diyarkirin.
Xapînok, agahiyên kesane bi rêya hin sepanan bi dest dixin, bi navê wan krediyên sexte dikişînin, digihîjin hesabên bankeyan û pereyan vediguhêzin hesabên din. Bi vê rêbazê welatî bi dehan hezar lîre deyndar dimînin.
Parêzer Cîhat Gökçe diyar kir ku ev cure bûyer bi dizîna agahiyên kesane yên bi rêya sepanên panelê dest pê dikin û bi rêya agahiyên nasnameyê (navên dê û bav) danûstandin tên kirin. Heyetên hekeman ên serfkaran, li gorî raporên pisporan bankeyan ji ber ku tedbîrên ewlehiyê pêk neanîne berpirsyar dibînin û di nakokiyên heta 186 hezar TL de biryarê li ser navê welatiyan didin.
Banke jî li van biryaran di dadgehên serfkaran de îtîraz dikin û pêvajoyê dirêj dikin, bi vî awayî rê li ber mafên hiqûqî yên welatiyên kêmderamet digirin. Ev rewş ji bo teqawîdan û komên ku ji aliyê aborî ve bêderfet in, dibe sedema mexdûriyeteke mezin.
Çavkanî: Amida Haber