
Skandala raporên astengdaran li Amedê: Çerxa bertîlê ya 18 milyon lîreyî hat eşkerekirin
Di operasyona navenda wê Amed li 10 bajaran 70 gumanbar hatin girtin û 12 kes hatin zindanîkirin.
Tîmên Midûriyeta Ewlekariya Amedê, bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 13ê Mijdara 2026an de li 10 bajaran operasyoneke hevdem pêk anîn. Di operasyonê de, derbarê 71 gumanbaran de ku 9 ji wan karmendên dewletê ne, karûbar hatin kirin; 70 gumanbar hatin girtin, gumanbarekî din jî hêj tê gerîn.
Di çarçoveya lêpirsînê de, di navbera xebatkarên Navenda Şêwirmendî û Lêkolînê (RAM) û xwediyên 42 navendên perwerdehiya taybet û rehabîlîtasyonê, xebatkar û xizmên wan de tevgera pereyan a nêzî 18 milyon lîreyî hat tespîtkirin. Lêkolînan eşkere kir ku hin karmendên dewletê li hemberî berjewendiyan xwendekarên astengdar arasteyî van navendan kirine, serlêdanên randevûyan nehatine wergirtin, serlêdanên hatine redkirin li hemberî pereyan hatine pesendkirin û saetên dersan bi awayekî sexte zêde hatine nîşandan.
Ji gumanbarên ku karûbarên wan ên li ewlekariyê qediyan, 37 kes bi talîmata dozgeriyê hatin berdan, 33 kes jî di 16ê Mijdara 2026an de sewqî dadgehê hatin kirin. Ji van 33 kesan 12 kes hatin zindanîkirin, 21 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan. Bi vî awayî di encama operasyonê de ji 70 gumanbaran 12 kes hatin zindanîkirin, 21 kes bi kontrola dadî û 37 kes jî li ewlekariyê hatin berdan.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün