
Jinika ku li Amedê piştî derziyê nema karî bimeşe 7 sal in li ser cê dimîne
Meymenet Akalan a 50 salî, piştî derziya li nexweşxaneyeke Amedê lingên xwe bi temamî winda kirin, 7 sal in li ser cê jiyana xwe dikişîne û li bendê ye alîkarî jê re bête kirin.
Meymenet Akalan a 50 salî ku li taxa İskenderpaşa ya li ser navçeya Rezan a Amedê dimîne, di 22ê Çiriya Pêşîn a 2019an de ji ber nexweşiya enfeksiyonê çû nexweşxaneyeke taybet a li Dağkapıyê. Di 24ê Çiriya Pêşîn de piştî ku serum û derzî li wê hatin xistin, di demeke kurt de hisa lingên wê bi temamî çû û gava radibû ser piyan, her li erdê diket.
Akalanê diyar kir ku piştî vê bûyerê polîs hatine nexweşxaneyê û rapor hatine girtin. Wê gilî li ser xebatkarên tenduristiyê yên derzî lê xistine û nexweşxaneyê kir, lê tevî ku 7 sal di ser re derbas bûne jî di dosyayê de ti encam nehatiye girtin.
Ji ber ku harîkariya livînê winda kir û neçar ma ku demeke dirêj li ser cê bimîne, ji ber vê rewşê nexweşiyên din ên mîna nexweşiya dil, kîsê zerafê û ftiqa zik di wê de peyda bûn û çend emeliyat derbas kirin. Akalan a ku berê tedawiya penceşêra malzarokê dîtibû, piştî ku nexweşiya penceşêra memikê li wê hate dîtin jî emeliyat bû û tedawiyên xwe yên penceşêra tevî kîmoterapiyê berdewam dike.
Akalanê anî ziman ku daxwaza wê ya herî mezin ew e ku ew dîsa bikaribe bimeşe. Akalan ku niha bi alîkariya bûka xwe pêdiviyên xwe yên şexsî dike, diyar kir ku jiyana li ser cê ya demdirêj jiyana wê bi temamî guherandiye û ew li bendê ye alîkarî ji bo wê bête kirin.
Çavkanî: Amida Haber