Rojev

Li Amedê di Operasyona Cendirmeyan de 38,2 Kîlo Esrar û 538 Kokên Kenevirê Hatin Girtin
Yekîneya têkoşîna li dijî sûcên narkotîkê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Amedê, di 15 bûyeran de 5 gumanbar girtin û 38 kîlo û 261 gram esrar û 538 kokên kenevirê bi dest xistin.
Di bin kordînasyona Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Amedê de, li navenda bajêr û navçeyên wê, li qada berpirsyariya cendirmeyan operasyonek li dijî bazirganî, veguhastin û bikaranîna madeyên hişbir hat lidarxistin.
Di çarçoveya operasyonê de 15 bûyer qewimîn û derbarê 5 gumanbaran de karûbarên yasayî hatin kirin. Bi giştî 38 kîlo û 261 gram esrar û 538 kokên kenevirê hatin girtin.
Çavkanî: Diyarbakır Söz