
Li Diyarbekirê deynê welatiyê ku bûye kefîl derket 2,28 milyon lîreyan
Siraç Aslan, ji ber ku ji bo kirîna wesayîtekê îmze avêtibû senedeke vala, deynê wî gihîşt 2,28 milyon TL'yî.
Siraç Aslanê 43 salî ku li Diyarbekirê dijî, di sala 2024an de ji bo bibe kefîlê naskarekî xwe, îmze avêt senedeke vala. Aslan li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Diyarbekirê dixebite.
Kesekî bi navê M.Ö. ji Aslan xwest ku ji bo kirîna wesayîtekê bibe kefîl. Aslan birin kargehekê û li wir îmze avêt senedeke vala. Deynê ku ji kirîn û firotina wesayîtê çêbûbû û 1.250.000 TL bû, di heyama sê mehên ku hatibû sozdan de nehat dayîn. Li ser vê yekê, Dadgeha Dadê ya Îcrayê ya 1emîn a Diyarbekirê, ji ber ku îmzeya Aslan li ser senedê hebû, biryar da ku deyn bê dayîn.
Piştî ku faîz û mesrefên yasayî lê hatin zêdekirin, deyn gihîşt 2.280.000 TL'yî û dest bi jêbirina 19.000 TL'yî ji meaşê Aslan hat kirin. Aslan bi rêya parêzerê xwe îtîrazî biryarê kir û dosya bir Dadgeha Îstînafê. Herwiha derbarê M.Ö. û xwediyê kargehê E.Y. de li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê giliyê sûc kir.
Aslan ji Amida Haberê re ragihand ku ev bûyer ji aliyê şebekeyeke xapandinê ve hatiye kirin û nêzî sê salan e ku ew têkoşîna hiqûqî dide.
Çavkanî: Amida Haber