
Li Diyarbekirê Dadgehê Biryara ÇEDê ya li Taxa Husikanê Betal Kir
Dadgeha Rêveberiyê ya 1emîn a Diyarbekirê biryara ‘Ji bo ÇEDê pêdivî nîne’ ku ji bo kana madenê ya li Taxa Husikanê hatibû dayîn, betal kir.
Li Taxa Husikanê ya ser bi navçeya Çinarê ya Diyarbekirê, ji aliyê Fabrîkaya Çîmentoyê ya Oyakê ve plan hatibû kirin ku kana madenê ya koma 4an bê vekirin. Rêveberiya Bajêr a Çevre, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Parêzgeha Diyarbekirê li ser vê projeyê di 17ê Kanûna Pêşîn a 2021ê de biryara “Ji bo ÇEDê pêdivî nîne” dabû.
Baroya Diyarbekirê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û niştecîhên taxê, ji bo rawestandina cîbicîkirina biryarê û betalkirina wê li Dadgeha Rêveberiyê ya Diyarbekirê doz vekirin. Dadgehê di meha Îlonê de cîbicîkirina biryarê rawestand û di 16ê Kewçêrê de jî biryara betalkirina “Ji bo ÇEDê pêdivî nîne” da.
Di rapora pisporan de hat diyar kirin ku qada projeyê di navbera ekosistema daristanê, qadên çêrandinê yên sirûştî, jiyana kovî, çavkaniyên avê û qadên jiyana gundan de perçekî girîng ê ekolojîk e, lê di nirxandina flora û faunayê de xetereya windabûna cihên jiyanê yên ajalan bi têrkerî nehatiye destnîşankirin. Hat destnîşankirin ku qada projeyê nêzîkî 118 metreyan ji depoya ava ku niştecîhên taxê bi kar tînin dûr e û gaza mazot-rûn a ku ji makîneyên kar derkeve xetereya xirabkirina kalîteya ava vexwarinê û ya heywanan çêdike.
Raporê da diyarkirin ku di dosyeya nasandina projeyê de daneyên hîdrojeolojîk yên çavkaniyên ava bin erdê, taybetmendiyên akîferê, nirxên herikînê û koordînat tune ne. Her wiha hat diyakirin ku xebatên rakirina axê û kolanê dikarin herikîna li ser rûyê erdê biguherînin û xetereya toz, erozyon û bermayiyên şil derxînin holê. Ji ber van sedeman hat destnîşankirin ku xetere heye ku cixên çeman yên demsalî û avên bin erdê bi awayekî neyênî bandor bibin, û tevdîrên heyî ji bo ku rê li ber bandorên neyênî yên li ser kalîteya avê bigirin ne bes in.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres